Namzetê PADÊ: Ji bo deng û îredaya we neyê dizîn biçin ser sindoqan

Li Şengalê bi hezaran kes di saetên danê siharê de çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Namzetê PADÊ yê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê Qasim Keşko jî li Zorava dengê xwe da û ev bang kir: "Mafê herkesî ye ku dengê xwe bide. Em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan da ku dengê wan neyê dizîn.''

 Piştî sala 2013’an îro cara yekem e ku di asta Iraqê de hilbijartina encûmenên parêzgehan tê lidarxistin. Li Şengalê jî di saetên zû ên danê siharê de civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ji bo dengdanê berê xwe dan navendên dengdanê.

Li xeta qiblet a Çiyayê Şengalê ji Sîba Şêx Xidir heya Tilezêr û Şengalê bi hezaran kes vê sibehê ji bo nûnerên xwe hilbijêrin çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Li xeta şemal a Çiyayê Şengalê jî ji Xanesorê heya Sinûnê, Dîgurê, Guhbel, Borik û Zoravayê li hemû komelgehan gelê Şengalê bi coşeke mezin herikîn ser sindoqên dengdanê. Her wiha li herêmên ku gelê Ereb lê dijî jî gel diçe ser sindoqan û ji bo parastina îradeya xwe dengê xwe bikartînin

Kasım Keşko: Nehêlin deng û îradeya dizîn olduk

Namzetê PADÊ yê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê Qasim Keşko jî dengê xwe li komelgeha Zoravayê bikaranî. Qasim Keşko piştî dengdanê peyamek bang li gelê Şengalê kir da ku biçin ser sindoqan û got; “Îro roja hilbijartinê ye û gelê me rabûye ser xwe ji bo dengdanê, me hêvî ji hemû gelê xwe heye ku hemû rabin ser xwe û dengê xwe bidin. Mafê herkesî ye ku dengê xwe bide. Em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan da ku dengê wan neyê dizîn. Bila gelê me dengê xwe bide wî kesî ku karibe temsîla civakê bike û ji wan re bibe piştgir. Siyaseteke bi exlaq û durist li cihê hikumetê bimeşîne.”

‘Bila kes li mala xwe nemîne’

Yek ji şêniyên gundê Sîba Şêx Xidir Gulê Qîranî, di saetên zû ên sibehê de berê xwe da cihê dengdanê û dengê xwe bikaranî. Gulê Qîranî piştî dengdanê got: ” Îro me jî li Sîba Şêx Xidir dengê xwe da, daxwaziya me ji hemû miletê me yê Êzidî heye kes li mala xwe nesekine, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

‘Me dengê xwe da Qasim Keşko’

Êzidiyên li komelgehên Duhola û Borik jî ji saetên sibehê ve diherikin cihên dengdanê. Yek ji şêniyên ku çû ser sindoq û dengê xwe bikaranî Nadim Şengalî ye ku bi van gotinan banga dengdanê li herkesi kir: “Me dengê xwe da Qasim Keşko, hêvî û daxwaza me heye her kî ji Êzidiyan re qenc be ew biserkeve. Me hêvî ji Qasim Keşko heye eger biserket wê ji Êzidiyan re texsîr neke. Me hêvî jê heye ku ji Êzidiyan re bişixule.”

Mam Ilyasê ku di saetên sibehê de hişyar bûye û bi erka xwe rabûye destnîşankir ku dengdan heya niha baş dimeşe û got: “Em hêvî dikin hilbijrtineke baş derbas bibe. Her kî qenc be em dengê xwe didin wî.”

Show More
Back to top button