‘Parastina Şengalê parastina Rojava ye’

Fermandarên YPJ'ê nerazîbûn nîşanî hewldana PDK'ê ya destwerdana li Şengalê dan û gotin, "Parastina Şengalê parastina Rojava ye. Ji bo Rojava stratejîk e, ji bo me jî pîroz e."

Fermandarên YPJ’ê destnîşan kirin ku eger êriş li ser Şengalê çêbibe, wê mil bi mil bi Êzidiyan re Şengalê biparêzin.

Di nava şervan û fermandarên YPJ’ê de ku Tebaxa 2014’an korîdoreke mirovî ji bo Şengalê vekirin û Êzidî rizgarkirin Gilîdax Kobanê û Amara Serêkaniyê jî hebûn. Herdu fermandaran hewldana PDK’ê ya di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê dike ji ANF’ê re nirxandin.

‘EM Ê ŞENGAL Û ÊZIDIYAN BIPARÊZIN’

Fermandar Gilîdax Kobanê bibîr xist ku PDK’ê di Tebaxa 2014’an de bi vekişîna ji Şengalê civaka Êzidî di nava qirkirineke mezin de hişt û got, “DAÎŞ’ê li Şengalê qetlîamek mezin kir. Gerîlayên HPG/YJA Starê ji çiyan û hêzên YPJ-YPG’ê jî ji Rojava bi hewara civaka Êzidî ya li Şengalê ve hatin. Dema em gihiştin Şengalê me dît ku êrişeke welê ye ku gelekî ji holê radike. Êrişa îro ya PDK’ê ya li Şengalê jî mîna êrişa DAÎŞ’ê ye ku ji bo qirkirina civakê ye. Sala 2014’an çawa ku di pêvajoya êrişa DAÎŞ’ê de em şervanên YPG/YPJ’ê bi hewara Êzidiyan ve çûn, em ê li hember êrişa PDK’ê jî bi heman rewşê rabin. Em ê Şengalê û Êzidiyan ji êrişan biparêzin.”

‘XELKÊ ŞENGALÊ ZANE KU EM Ê WAN BI TENÊ NEHÊLIN’

Fermandara YPJ’ê Kobanê bal kişand ser bîranîneke li Şengalê û got, “Dema qetlîam pêk hat em gihiştin Şengalê, me li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Li mala em lê dima wêneyê Rêbertî hebû. 2 zarokên Êzidî hebûn. Her du jî ji qirkirinê rizgar bûbûn. Dema ku wêneyên Rêbertî dîtin, xwe hinek xwar kir û ber bi wêne ve nêzîk bûn. Dema nêzî wêne bûn, serê xwe li ber tewand û silav da, paşve çûn. Dema silav dan Rêbertiyê min dît ku çavên wan bi rondik bûn. Hatin li ba me rûniştin. Gotin; ‘Rêbertî hatiye em rizger kiriye. Ew ji bo me çi bêje, em jî wê dibêjin. Nikarin tiştek din bêjin’. Nêzîkbûna wan a ji bo Rêbertî û me pir rêzdar bûn. Îro jî bi heman rêwşê nêzîk dibin. PDK di ferqa vê nêzîkatiya wan de ye.

Ew jî di pêvajoya Pêngava Reqayê de hatin Rojava. YBŞ/YJŞ li Reqayê mil bi milê me li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Eger îro êrişeke PDK’ê pêk bê, xelkê Şengalê dizane ku wê YPG û YPJ wê wan bi tenê nehêlin. Em ê di şerê parastina xaka pîroz a Şengal û Êzidiyan de cihê xwe bigirin. Em ê vê xiyanet û komploya li dijî Kurdan pûç bikin.”

‘PARÇEYEK JI PLANA QIRKIRINA KURDAN E’

Gilîdax Kobanê destnîşan kir ku PDK dixwaze vîna xwerêveberiyê û xweparastinê ya Şengalê bişkîne. Kobanê diyar kir ku PDK li ser tifaqa desthilatdariya AKP-MHP’ê , li gel rêveberiya Bexdayê li ser Şengalê peyman mohr kirine. Gilîdax Kobanê ragihand ku êriş û zextên PDK’ê yên ji bo Peymana Şengal û pêkanîna Peymana Şengalê parçeyek ji plana qirkirinê ya gelê Kurd e.

‘EM LI BER ÊRIŞEKE WIHA BÊDENG NAMÎNIN’

Fermandar Kobanê anî ziman ku Şengal hem ji bo wan cihek pîroz û hem jî stratejî ye û ev nirxandin kir: “Şengal ji bo Rojava stratejîk e. Parastina Şengalê tê wateya parastina Êzidiyên mezlûm ên di 73 fermanan re derbas bûne, heman demê ji ber aliyê xwe yê stratejîk, tê wateya parastina Rojava. Em ne li benda ferman kesî ne heta ne li benda fermana fermandarên xwe ne jî. Em li ber êrişeke wiha bêdeng namînin. Ti wijdanek vê qebûl nake. Bê xwestin bi şer em ê xwe bigihînin Şengalê.”

‘HEVPARÊ DILXWAZ Ê ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN’

Di nava şervan û fermandarên YPJ’ê de ku Tebaxa 2014’an korîdoreke mirovî ji bo Şengalê vekirin û Êzidî rizgarkirin Amara Serêkaniyê jî ku cih girtibû. Amara Serêkaniyê jî diyar kir ku PDK bi hêzên komploger re li dijî HPG’ê ya hêza parastina gel e û Êzidiyên Şengalê ku vîna xwerêveberiyê avakiriye, şer dike.

Serêkaniyê destnîşan kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, qetilkirina gerîlayan a li Werxelê ya ji aliyê PDK’ê ve û êrişên dixwazin li ser Şengalê bidin kirin nayê qebûlkirin û got: “Hêzên navneteweyî biryar dane ku li Kurdisatanê bi Kurdan bidin windakirin. Peyaman Şengalê û êrişên li ser Şengalê jî parçeyek bingehîn ên ji vê ne. Barzaniyên ku PDK’ê bi rê ve dibin di êrişên dijî Kurdan de di rewşeke welê de ne ku hevparên dildar in.”

‘EGER ÊRIŞ LI DIJÎ ŞENGALÊ BÊ KIRIN WÊ KES NIKARIBE ME BISEKINÎNE’

Fermandara YPJ’ê Amara Serêkaniyê destnîşan kir ku sala 2014’an PDK’ê xelkê Şengalê û jinên Şengalê di nava lepên DAÎŞ’ê de hişt û got, “PDK hevkarê Fermana 73’an e. Bi fermanekê 12 hezar pêşmerge vekişiyan, Êzidî rû bi rûyê qirkirinê re hiştin. PDK’ê beriya qetlîamê ji bo Şengaliyan digotin; ’em ê we biparêzin’, parastin bidin aliyekê ji bo DAÎŞ êrişî Êzidiyan bike çek li pey xwe hiştin.”

Sala 2014’an em şervanên YPG/YPJ’ê ji bo bigihêjin Şengalê, bi şer korîdorek vekir. Me rewşeke pir hovane dît. DAÎŞ’ê bedenên mirovên Êzidî parçe kiribûn. Cenaze li erdê bûn. Gelek dayik ji bo nekevin destê DAÎŞ’ê xwe di latan de avêtibûn. Rewşek pir bi êş bû. Li ber wê rewşê kesê nekarî pêşiya me bigire. Îro jî heman e, eger li ser Şengalê êrişek pêk bê, tu kes wê nikaribe me bide sekinandin. PDK dixwaze vîna xweparastin û hêza parastina Şengalê bişkîne û pêşiya Fermana 74’an veke. Eger êrişek pêk bê, ez ê bi ruheke fedayî şer bikim.”

Amara Serêkaniyê bibîr xist ku yên bû sedem ku qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê bibin rêveberiya PDK’ê bû û niha dixwazin xwedî li Şengalê derkevin û wiha pêde çû: “Na, nexwediyê Şengalê ne. Xiyanet li Şengalê û gelê Kurd kirin, dikin. Bûn sedem ku DAÎŞ jinên Êzidî weke kola li bazaran bifiroşin. Bi êrişkirina ser gerîlayên HPG’ê yên hêza parastina gel in, dixwaze Kurdan bê parastin bihêlin. Êrişkirina li ser Şengalê êrişa li dijî Kurdan e. Dewama qetilkirina gerîla ya li Werxelê ya ji aliyê hêzên çete yên PDK’ê ve ye. Tu kes vê êrişê qebûl nake. Hemû Kurd jî wê li ber êrîşa PDK’ê ya li ser Êzidxanê raweste, xwedî lê derkeve. Divê em hemû bibin Êzidî û Şengalî.”

‘PÊŞMERGE WÊ NEBIN HEVKARÊN PÎLANA QIRÊJ’

Serêkaniyê bang li pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: “Di wê baweriyê de me pêşmerge jî êriş û pîlana qirêj a li ser Şengal û gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê qebûl nakin. Sala 2014’an 12 hezar pêşmerge, li Şengalê li ser fermana rêveberiya PDK’ê vekişiyan. Ev rewş rewşeke welê ye ku îro jî pêşmergeyan dixe nava şermê. Pêşmerge divê nebin hevkarê plana PDK’ê ya li dijî Şengalê, divê rê nedin ku wan ber bi şermeke din ve kaş bikin. Divê mîna me li ber pîlanên wiha qirêj bibin xwedî helwestên zelal.”

BÊRÎTAN SARYA-QAMIŞLO

Show More
Back to top button