Şengalî ji bo hilbijartina nûnerên xwe diçin ser sindoqan

Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê destpê kir, gelê li Şengalî jî ji bo nûnerên xwe bişînin encûmena parêzgeha Neynowayê ji danê siharê ve diherikin ser sindoqan.

Îro saet 07.00’an hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê destpê kir. Xelkê Şengalê jî ji danê siharê ve ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên li encûmena parêzgeha Neynowayê diçin ser sindoqan.

Saziyên Şengalê, rêveberiyên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser jî bi komî diçin ser sindoqan.

Li gorî agahiyan Şengalî wê li 81 navendên cûda bikarin dengê xwe bikarbînin. Mafê 123 hezar û 290 kesên li nifûsa Şengalê tomarkirîne dengê xwe bikarbînin. Di nava van de koçberên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê jî hene.

16’ê Kanûnê di hilbijartina taybet de artêş, polîs û koçber çûn ser sindoqan. Li gorî agahiyên ne fermî rêjeya Êzidiyên li kampên Herêma Kurdistanê çûne ser sindoqan kêm bûye û di derdora sedî 23’ê de bûye. Li gorî encama fermî ya Komîsyona Bilind a hilbijartinên Iraqê jî rêjeya beşdarbûna hilbijartina taybet ya parêzgeha Mûsilê sedî 75 bûye.

Heya van kêliyan hilbijartin li Şengalê di hewayeke aram de derbas dibe û gel bi coş diçin ser sindoqan. Hêjmareke zêde ya gel li Meclîsa Gel ya Şengalê jî kom bûne û kom bi kom diçin ser sindoqan.

Bi taybet li Tilizêr û hinek deverên din, artêş destûr nade ragihandin dîmenan bikişînin û hilbijartinê bişopînin.

Rêveberiya Xweser û PADÊ jî bi 4 namzetan ji lîsteya tifaqa 134 ya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinê dibe û namzetê di rêza yekemîn de dixwazin derbixin jî Qasim Keşko yê ji Zoravaya Şengalê ye.

Show More
Back to top button