Desteya Rêveber a Şengalê banga naskirina Xweseriya Şengalê kir 

Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya 8'emîn salvegera avakirina Meclisa Xweser a Şengalê daxuyenî da û da diyarkirin ku ji dema avakirina vê meclisê heta niha PDK'ê dijîtiya civka Êzidî dike û bang li NY'yê kir û wiha destnîşan kir: "Ger hun naxwazin Êzidî rastî ferman û qirkirina bên, xweseriya Şengalê nas bikin."

Desteya Rêveber a Şengalê îro ku 8. salvegera avakirina Meclisa Xweser a Şengalê ye, bi amadebûna nûnerên hemû sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser civînek lidar xist. Civîna Desteya Rêber bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahiya şehîdan destpê kir.

Piştre rewşa siyasî, pilansaziyên kar û rewşa herêmê bi berfirehî hatin destgirtin. Her wiha piştî civînê Desteya Rêveber bi boneya 8’emîn salvegera avakirina Meclisa Xweser daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê dest ji têîna xwe ya ji bo Şengala xweser û azad bernedin. Desteyê ji bo naskirina rêveberiya xweser di serî de bang Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevahiya saziyên parastina mafê mirovan kir ku xweseriya Şengalê nas bikin û destnîşan kir ku ji bo diyalog û çareserkirina hemû pirsgirêkan amadene.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Şengalê wihaye: “Di 14’ê Çileya 2015’an de bi pêşengiya Mam Zekî, Saît Hesen, Şehîd Berxwedan û kedkarên vê civakê ji 27 kesan Meclisa Avaker a Şengalê hate avakirin. Di serî de di şexsê hevalên me yê ku pêşengî ji avakirina Meclisa avaker a Şengalê re kirine û şehîd ketine, em tevahiya Şehîdan bibîrtînin, bi rêzdarî beşna xwe li ber bîranîna wan de di tewînin. Em 8 saliya avakirina meclisê, di serî de li malbatên şehîdan, gelê xwe û tevahiya dostên xwe, her wiha hemû aliyên ku destek dayine me, pîrozî dikin.

‘Wê têkoşîna me ya ji bo Şengala xweser û azad dewam bike’

Di dema em wek civaka Êzidî dikêliyên ku rojane çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser çiyayê Şengalê dikirin û komkujî pêk tanîn de, gelê me biryarên dîrokî dan û dest bi xwe rêxistinkirinê kirin. Ji ber ku ev biryar dîrokî bûn û tenê bi xwe rêxistinkirinê rê li ber fermana dihate girtin, kesên bûna sedema Fermanê û taybet PDK’ê ji wê demê heta niha dijayetiya vê Meclisê kir û bi hemû hêza xwe xwesetin gelê me dest ji vê têkoşîna azadiyê berde, lê bi berdelên giran me karibû em li ser soza ku di 14’ê Çileya 2015’an de me ji bo tevahiya şehîdan dabû, soza Şengal xweser û azad heta niha berdewam bin û di nava 8 salan de me karibû gavên mezin ji bo avakrina jiyan azad bavêjin. Li milekî berxwedanî û têkoşîna me ya ji bo xweseriya Şengalê û di milekî îxaneta PDK’ê ku destê xwe kire destê dewleta Tirk de dewam dike.

‘Gelê me bi hezkirinek mezin li keda şehîda xwedî derdikeve’

Di nava van salan de em rastî gelek êrişên giran hatin û kesên pêşengî ji vê pergalê re kirine hatine hedefgirtin. ŞehîdKirina Mam Zekî, Saît Hesen û Merwan Bedel hedefgirtina Rêveberiya Xweser a Şengalê bû, lê gelê me bi hizkirinek mezin li keda van şehîdan xwedî derdikeve û liser xeta wan têkoşîna xwe dewam dike.

Bi kedeka mezin ev rêxstine me herçû berfireh bû û li tevahiya Şengalê sazî, rêxistin û hêzên parastinê hatin çêkirin. Di nava 8 salan de li ser banga rêveberiya xweser a Şengalê heta niha zêdeter ji 200 hezar kes vegeriyane Şengalê û di nava aramiyê de jiyan dikin. Her ku diçe gelê me ku dibin desthiladariya PDK’ê de koçbere berê xwe didin ser axa bav û kalên xwe.

‘Pilanê qirêj li ser gelê me tên meşandin’

Lê li ser rêveberiya xweser a Şengalê û civaka Êzidî siyasetek qirêj tê meşandin, naxwazin ev sîstem biçe serî û rê li ber fermana bigire. Ji bo xweseriya Şengal pêk neyê di serî de PDK û dewleta Tirk di nava hewildana dene, dixwazin di bin navê qanûnê de gelê me careka din radestî PDK’ê bêkirin, li ser vî esasî peyamana îmza dikin û pilanên qirêj didin meşandin. Gelê me ku biryara Şengala xweser û azad dane, li hemberî hemû pilana di nava têkoşînê dene, lê îxaneta PDK’ê jî dewam dike. Tevî ku gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî peymana 9’ê Cotmehê derketin, lê dîsa PDK û dewleta Tirk di nava hewildana dene ku ev peyman pêk were.

‘Ji bo Êzidî rastî fermana neyên, xweseriya Şegnalê nas bikin’

Em ji raya gişît re didin diyarkirin ku me sozek daye, ji bo rê liber fermana bê girtin û careka din jin, zarok û kalên me neyên qetlkirin, li bazara neyên firotin û koçber nebin gelê me soza Şengala xweser û azad daya. Em li ser vê sozê ne û wê tu carî gav paşde avêtin ji doza şehîdan a Şengala xweser û azad çênebe. Ji bo îradeya gelê me bê qebûlkirin, di civaka navdewletî de, em bang li tevahiya saziyên mafê mirovan û taybet yên ku xwe di ber parastina kemîneyên cîhanê de berpirsiyar dibînin û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila bi erka xwe rabin, eger hûn naxwazin civaka Êzidî rastî ferman û qirkirin were xweseriya Şengalê nas bikin.

‘Em ji diyalogê re amadene’

Ji bo em xweseriya Şengalê bidin qebûlkirin lazime di serî de gelê me û tevahiya dostên civaka me di nava têkoşînê de bin.

Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, her aliyên ku Şengalê wekî herêmek binakok binav dike, em amadene ji diyalogê re ku bi hev re wan pirsgirêkan çareser bikin.”

 

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button