Meşvanên Azadiyê ji bo komxebata jinan ya Şengalê peyam şandin: Tecrîd li ser xweseriyê ye

Parêzera berê ya Rêber Öcalan parlementera DEM partiyê ya bajarê Şirnex ya Bakurê Kurdistanê, Newroz Uysal li ser navê 75 meşvanên azadiyê peyamek ji komxebata jinên Êzidî û Ereb ya li ser komploya navnetewî ya dijî Rêber Öcalan re şand û hate gotin; "Birêz Öcalan got, divê xweseriya Şengalê û parastina wê çêbibe. Yê herî zêde vêya diparêze jî birêz Ocalan e. Tecrîda li ser birêz Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser xweseriya Şengalê ye û jinê ye."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê, bi wesîleya komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan komxebatek li Şengalê bi beşdariya 160 jinên Êzidî û Ereb rêxistin kir, komxebat di van kêliyan de dewam dike.

Piştî axaftinên vekirinê, sînevîzyonek ji nirxandina Rêber Ocalan ya li ser komployê hate nîşandan.

Parêzera berê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, parlementara DEM partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal li ser navê 75 meşvanên azadiyê ji bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê peyamek bi dîmen ji komxebata jinên Êzidî û Ereb ya li Şengalê ya li ser Komploya Navetewî ya dijî Rêber Öcalan re şand.

‘Tecrîd aloziya li herêmê girantir dike’

Uysal têkildarî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê agahiyên girîng parve kir û got: “Birêz Ocalan 25 sale li grava Îmraliyê dibin tecrîdeke giran de ye. Her diçe tecrîd girantir dibe. Her diçe bandora tecrîdê li ser siyaseta me, axa me, Rojhilata Navîn û Kurdistanê girantir dibe. Her wisa li ser erdnîgarî, netewe û baweriyên cûda jî bandora wê zêde dibe. Di nava 25 salan de Tirkiye û dewletên hekvar ne li gorî hiqûqa navnetewî, ne jî li gorî peymanên navdewletî tevnegeriyan. 3 sale agahî ji Birêz Öcalan nayê girtin. Di nava 12 salên dawiyê de tenê 5 caran hevdîtinên parêzeran pêk hatiye. Di nava 25 salan de tenê dû caran mafê bi telefon axaftinê ji bo wî hatiye nasîn.”

‘Dewleta Tirkiye guh nade CPT û DMME’yê’

Uysal di dewama axaftina xwede îşaret bi biryara DMME’yê û CPT’yê jî kir û wiha pêde çû: “Ne nameyên wî digihije malbat û parêzeran, ne jî yên malbat û parêzeran digihijiyê. Ji ber agahiya me jê nîne, em nizanin çi digihije wî. Ji bo parêzer neçin hevdîtinê cezayên 6 meh, ji bo malbatan jî cezayên disîplînê yên 3 meh dikin hêcet. Lê ne di qanûnên Tirkiyeyê û ne jî yên navetewî de cihê van cezayan nîne, bi temamî siyasî û keyfîn e. Li gorî biryara DMME’yê ya 2014’an nabe Birêz Ocalan û girtiyên din heta heta di girtîgehê de bimînin. Lê dewleta Tirkiyê vê biryarê bicîh ne anî. CPT 2005’an jî biryarek derxist û got, êşkence li ser Birêz Ocalan heye. CPT di nava 10 salan 10 caran hevdîtin pêkanî. Li gorî raporên CPT yên di encama van hevdîtinan de weşandiye Birêz Ocalan li Îmraliyê di îzolasyoneke giran de ye, divê pêşî li hevdîtina malbat û parêzeran were vekirin. Dîsa li gorî rapora dawî ya CPT rewşa li Îmraliyê înkomînîkadoye. Yanî kesekî winda û ti agahî jê nayê girtin, tê pênasekirin. Lê dewleta Tirk guh neda van tespîtên CPT’yê jî. Dewleta Tirk bêhiqûqiyeke mezin dike û sedema wê jî siyasiye.’

Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser Xweseriya Şengalê ye jî

Hun jî dizanin Birêz Öcalan çawa nêzî civaka Êzidî dibe. Dema herî dawî Birêz Öcalan 2029’an hevdîtin pêkanî, got, cewhera azadiya Kurdan, cewhera çand û dîroka Kurdan Êzidî ne. Her wiha got, divê xweseriya Şengalê û hêzên wê yên xweparastinê were avakirin. Yê herî zêde vêya diparêze jî Birêz Öcalan e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser xweseriya Şengalê û jinê ye. Ser navê Parêzerên Birêz Ocalan, ser navê 75 meşvanên azadiyê, ser navê Dem partî û DBP’ê silav û hezkirinên xwe ji bo komxebata were dişînin. Her bijî gelê me, her bijî gelê Şengalê û jinên Êzidî.”

Komxebat bi axaftin û semîneran berdewam dike.

 ŞENGAL/ROJNEWS

12/02/2024

Show More
Back to top button