TAJÊ plansaziya xwe ji bo 8’ê Adarê ragihand

Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) ragihand ku ewê bi dirûşmeya, “Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya Rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe” 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pêşwazî bikin û ji niha ve 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir

TAJÊ plansaziya xwe ya ji bo 8’ê Adarê jî ji raya giştî re eşkere kir. li gora vê plansaziyê yê sê rojî din çalakiyên destpêkê ji bo 8’ê Adarê destpê bike.

TAJÊ diyar kir ku divê hemû rojên wan bibe roja bilindkirina têkoşina azadiyê û di derheqê plansaziya xwe jî van agahiyan parve kir:

Weke TAJÊ 26’ê mehê şûnde bi hemû pêkhateyên li Şengale li hemû bajarok û li gundan bi jinan re civîn, semîner û platform yê bêne çêkirin.

Ji 1’ê Adarê heta 3’yê Adarê li hemû kolan û gundên Şengalê yê afiş bêne daliqandin.

Ji 5’ê Adarê heta 7’ê Adarê belavok têne belav kirin.

Roja 8’ê Adarê bi tevlîbûna hemû pêkhatêyên jinên Şengalê pîrozbahiyeke navendî yê were pêkanîn.

TAJÊ wiha got: “Em bang li raya giştî ya jinê dikin ti neheqiyê li ser xwe, li ser zayenda xwe û mirovahî qebul neke. Têkoşîna ji Xatuna Fexra, Zarîfa Osê, Stiya Nisra, Clara Zetkîn, heya Besê, Zarîfe, Leyla Qasimê; ji Xanê, heya Hevrîn Xelef, Sara, Berîvan Agal û Bêrîvan Şengalî hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bibîrtinîn û soz didin ku em ê têkoşîna wan bigîhînîn serkeftinê. Em weke jinên Ezidî bi dûruşmeya, ‘Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya Rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe’ 8’ê Adarê peşwazî dikin.”

Show More
Back to top button