KON-MED’ê sersaxî xwest

Hevserokên KON-MED'ê ji ber koça dawî ya kedkarê civaka me û gelê Kurd Şemdîn Baran peyama sersaxiyê weşand

Di peyama Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) de hate ragihandin ku ew bi xemgînî pê hesiyane ku welatparêz û kedkarê civaka Êzidî û gelê Kurd Şemdîn Baran 21’ê Adara 2021’ê li bajarê Celle yê Elmanyayê koça dawî kiriye.

Hevserokên KON-MED’ê diyar kirin ku Şemdîn Baran zêdeyî 30 salan li Elmanyayê tevlî karên gel ên neteweyî û yên olî yên civaka me bûye.

KON-MED’ê ragihand ku Şemdîn Baran ji bo yekîtî û hevgirtina xelkê me, ji bo azadiya gelê xwe bi dil û can xebitî û bi van taybetmendiyên xwe li nava civakê yekî naskirî bû.

Bi navê KON-MED’ê sersaxî ji malbata Şemdîn Baran, ji civaka Êzidî û tevahiya gelên Kurdistanê hate xwestin.

Beriya niha Navenda Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (NAV-YEK) û Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê jî peyamên sersaxiyê weşandîbûn.

Di peyama NAV-YEK’ê de hate gotin, “Şemdîn Baran kesayetekî bi ola xwe ve heta dawiyê girêdayî û bi xîret bû.”

NAV-YEK’ê diyar kir ku Şemdîn Baran gelek caran çû xaka pîroz, Şengalê û wiha dewam kir, “Xebatkarekî Mala Êzidiyan a Celleyê bû, ji bo me û civaka me windahiyek mezin e.”

Di dawiya peyamê de bi navê hemû sazî û pêkhateyên NAV-YEK’ê sersaxî ji malbata Şemdîn Baran û civaka Êzidî re hatibû xwestin.

Bi heman rengî Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê jî peyamek sersaxiyê weşandîbû.

Di peyamê de wiha hatîbû gotin, “Em bi wefata birêz Şemo Baran gelek xemgîn in, êşa malbata wî parve dikin, jê re rehma Xwedê, ji tevahiya malbata wî û hizkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî agahiyan, ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê wê serdanên şînê pêk neyên.

Şemdîn Baran ku 1’ê Çileya 1953’an li gundê Kurtikê yê navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bûye, di nava civaka mede yekî naskirî ye û heta dawiya temenê xwe xizmeta xelkê xwe kiriye.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button