‘Êzidî dê bi hêza xwe parastina xwe bike’

Li ber Navenda Asayîşa Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" kon hatiye vedan. Jinên ku çûne serdana konê û jinên ku tevlî çalakiyê bûne dibêjin; ""Me hêza xwe ya YJŞ û YBŞ'ê ava kir û niha jî em parastina hêza xwe dikin. Her wiha em jin dê destkeftiyên xwe biparêzin"

Xelkê me her roj berê xwe didin konê berxwedanê û piştgiriyê didin çalakvanên konê rumetê. Jinên ku çûn serdana konê diyar kirin ku heta ku bigihêjin encamekî dê çalakiya xwe bidomînin û gotin: “Me hêza xwe ya YJŞ û YBŞ’ê ava kir û niha jî em parastina hêza xwe dikin. Her wiha em jin dê destkeftiyên xwe biparêzin.”

Çalakî û berxwedana li xelkê me didome. Di çalakiyan de polîtîkayên hikûmetên Iraq, Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê tê şermezarkirin. Xelkê me li dijî nasnekirina statuya Şengalê di nava hewildanan de ne. Ji bo wan biryarên ku bêyî wan hatine girtin nayê qebûlkirin. Li dijî biryaran xelkê me 66 roj in li ber Navenda Asayîşa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayîş in” kon vedane. Jinên ku çûne serdana konê û jinên ku tevlî çalakiyê bûne nêrînê xwe ji ajansa jinnews re anîn ser ziman.

Fehîme Silêman bal kişand ser berxwedanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Heta em bigihêjin armanca xwe em ê çalakî, meş û xebatên xwe bidomînin. Du meh jortir e li vir kon hatiye vedan. Em dixwazin li vir peyamek bidin hikûmeta Iraqê û hevalbendên wan. Li Şengalê gelek bedelên giran hatin dayîn û em ê jî xwedî li wan bedelan derkevin û em terka axa xwe nakin. Belê di dema fermanê de PKK hat li vir û me ji kuştinê rizgar kir. Lê niha jî zarokên me li vir parastina me dikin û em ê jî xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê bê zanîn dê têkoşîna jin û dayikan bi ser keve. Em ê çalakiyên xwe bi biryardarî bidomînin.”

Nûrê Şengalî jî tevlî nobetê bibû. Nûrê Şengalî jî wiha bal kişand ser berxwedanê: “Du meh in li vir kon hatiye vedan. Konê berxwedanê ye û konê rûmetê ye. Em heta dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Piştî fermanê me asayîşa xwe ava kir û 8 sal in parastina me dikin. Em dixwazin bi fermî asayîşa me bê qebûlkirin. Xelkê Şengalê bi hêza xwe û bi berxwedana xwe hêza xwe ya parastinê YJŞ û YBŞ’ê ava kir, em ê jî li vir parastina wan bikin.”

Suat Silêman jî destnîşan kir ku ji bo parastinê hebûna asayîşê girîng e û wiha pêde çû: “Qebûlnekirina asayişa me ji bo Şengalê gefek mezin e. Ji ber ku dixwazin civaka me bê parastin bihêlin. Civaka ku bê parastin bimîne bi tunebûnê re jî rûbirû dimîne. Em tu carî biryarên ku derbarê me de didin qebûl nakin. Em wekê jinên ciwan ji bo xelkê xwe û asayîşa xwe di nava têkoşînê de bin.”

ÇAVKANÎ; EVÎN ZENDA – VİYAN SEİD-ŞENGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button