Jina Şengalî Xezal:Em bi kar kirinê serbilindin

Li Şengalê jin jî di nava her cureyên kar de cihê xwe digre. Jina ciwan a bi navê Xezal jî ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe re bibe alîkar di karê elemînyomê de dixebite û dibêje; “Her jinekî Êzidî çi karî bikare bike divê bike, em ji vê serbilindin.”

Wekî tê zanîn jiyan bi kedê tê afirandin. Dema mirov dibêje ked, jiyan û afirînerî jî di serî de jin tê bîra mirov. Jinên Êzidî him ji bo debara jiyana xwe bikin û him jî ji bo birînên Şengalê derman bikin di nav her cure karên aborî de cihê xwe digrin. Xezal Seydo jî bi karê elemînyomê re him debara xwe dike him jî avabuyîna Şengalê de ji gelê xwe re dibe alîkar.

Dikana elemînyomê ku li navenda Şengalê ye cîranê gelek dikanên din yên li derdorê wê ne. Lê belê di vê dikana elemînyomê de xebatkarekî bal dikşîne ser xwe heye, ew jî Xezal Seydo ye.

Di nav civakê de û bi taybet di dikanekî bi vî rengî de ku bi giranî karê mêran tê hesibandin de xebatkarekî jin dîtin bi serê xwe tiştekî balkêş bû. Me dema berê xwe da kolanên Şengalê despêkê ev dikan bala me kişand. Bi taybetî jî em çun gel Xezalê û me derbarê jiyana wê û karê wê de sohbetek kir.

Tekoşîna bê hempa

Di destê dagirkeran de qanunên jiyanê ji nûve hatiye nivîsandin. Sedemên vê qanunê di nava civake de jin hate tune hesibandin, hate tûne kirin û her tişt ji destê jinê hate derxistin. Lê bêgûman tekoşîna jinê jî li beramberî van qanûnan di her demî de berdewam kiriye û îro jî didome. Sedsala 21’ê de jî jin li her derê van qanûnên heyî qebûl nakin û berambêrî vê berxwe didin. Jinên Şengalê yên wekî Xezal Seydo jî li hember fîkrê dagirkeran tekoşînekî mezin dide meşandin.

Xezal Seydo qanûnên ku ji jin re dibêje ‘jin nikare tu karî bike, bila di mal de birune’ dişkîne û dikeve nav tevgerê. Xezalê piştî bavê wê emrê xwedê dike dev ji mekteba xwe berdide û dikeve nav kar de. Xezal ev 8 mehe li gel mirovên xwe di nav kar de ye. Xezal di vê kare de bi 4 mirovên xwe ra(hemû jî xort in) kar dike.

Xezal bi vî awayî behsa jiyana xwe, karê dimeşîne dike û dibêje; “Em di demên fermanê de çun kampa başur û ev saleke em hatine Şengalê. Dema bavê min emrê xwedê kir min mekteb terikand û dest bi kar kir. Ev 8 mehin ez li vir kar dikim. Em saet 7’ê sibehê dest bi kar dikin û heta 6’ê êvarê dişixulin. Karê me her li ser piyan e. Di vî karîde westandin gelekî çedibe lê ji ber debara mala xwe ez divê kar bikim.”

‘Ferqa jin û xort nine’

Xezal Seydo axaftina xwe wiha didomîne; “Di kar de ferqa jin û xort nîne, kî çi kar ji destê wî tê bila bike. Hêviya min ji jinên Êzidî çi kar ji destê wan bê heger karibin bila bikin.”

Xezal balkişand li ser zehmetiyên bê karîtiyê û wiha pêde çû; “Ez di vî karî de gelekî rihetim. Ez dema li mal bum bêhna min teng dibu û niha têm ser vî karî û behna min li ser kar fireh dibe. Dema mirov li mal be û tu karî neke, mirov di fikir de ne rehet dibe. Her jinê ki Êzidî çi kar bide meşandin em ji vê ser bilindin.”

Piştgirî didin jinên karker

Di nav civakan de gelek kes hene wekî Xezal Seydo hene ku bêyî ku muhtacî kesekî dîtir bibe bi hêza xwe li ser piyên xwe dimîne û dijîn. Heman demî gelek kes jî hene wek mêr, bira, bav û ap piştgirî didin jinên bi hêz û rê li ber wan nagrin.

Farux Hacî jî yek ji van şêniyên ku bi Xezal re heman cihî de kar dike ye. Farux ji sala 2017’ê ve li Şengalê dijî. Farux derbarê karên ku dimeşîne de wan agahiyan dide; “Karê me baş birêve diçe. Em ji malan re derî û şibake lê didin. Em hewil didin alîkariya gelê xwe bikin. Mirovên ku belengaz bin jî em ji wan re jî dibin alîkar. Em bi giştî pênc kesin û hemû mirovê hevin. Em sibehê saet heft, heft û nîv dest bi kar dikin heya êvarê saet 6, carna jî heya siet 8 jî li ser karin.”

‘Jin jî dikare kar bike’

Farux behsa karkirina Xezalê kir û wiha domand; “Xezal jineke û li gel me kar dike. Di karê xwe de pir baş û xorte. Ew jî wekî me kar dike. Jin jî dikare wekî xortekî biçe li ser kar û bixebite. Pêwiste her jinên Êzidî çi karek kete destê wê binirxîne û wî karî ji xwe re bike. Başe dema jin jî ji bo xwe kar dikin. Ev yek ji bo mala wê jî baş dibe.”

Farux Hacî behsa vegera Şengalê kir û bang li Êzidiyên qampan jî kir û got; “Em hevî ji gelê xwe yê li qampan dikin bila vegerin warê xwe. Di warê xwe de bila kar bidin meşandin.”

‘Karkirinê de şerm nine’

Yekî ku di heman karî de dişixule Paşa Berces e. Paşa Berces li Şengalê dijî û ji gundê Solaxê ye. Ew jî ji sala 2016’an ve heta niha karê lehimê dike.

Paşa jî ji bo beşdarbûna jinan ji bo kar wiha axivî; “Di karekî de ferqa jin û xort nine, kî dikare kar bike gel me asayiye. Karê jin jî wekî yê me ye, tû ferq di navbera karên jin û xortan de nîne. Jin jî dikare wekî xortan kar bike. Gelekî kar heye jin jî dikare bike. Di karkirinê de şerm nine.”

Paşa Berces bang li gelê Êzidî jî kir ku bila ti kesekî li pêşiya jinan nebe asteng û wiha axaftina xwe domand; “Hêviya me ji gelê me heye ku bihêlin keç û jin jî biçin li ser kar, divê betal nemînin. Em li gelê xwe re dibêjin eger kar hebe bila biçin kar bikin, bila betal nemînin. Pir kar heye ku jin jî dikare wî karî bide meşandin. Mînak wekî karên ku em dikin. Jin ji dikare wekî xortan di vî karî de bişixule.”

Paşa li ser mijara hêza jin axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Di vî karî de zehmetiyek pir zêde nine, tenê fikir jê re pêwîste. Xezal ji niha ve fêrî vî karî buye û wekî me kar dike. Ez niha dikarim dikanê ji wê re bihêlim û biçim. Ew jî dikare vî karî birêve bibe.”

ROJNEW-ADAR AVESTA- Şengal

Show More
Back to top button