YBŞ: Şervanê me Erdal Şingalî şehîd bû 

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Erdal Şingalî ji ber nexweşiyekê şehîd bû.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) daxuyaniyek weşand û ragihand ku şervanê wan Erdal Şingalî ji ber nexweşiyekê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervanê YBŞ’ê Îbrahîm Mehmûd bi nasnav Erdal Şingalî, ku berê bi nexweşiyekê ketibû, doh rewşa wî giran bû û tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin, şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Heval Erdal li nava hevalên xwe bi kedkarî û fedakariya xwe dihate nasîn. Ji roja tevlîbûnê heya roja ku koça xwe ya dawî kir ew her tim bi moral, coş tevlî kar û dibû. Di tevlîbûna xwe de her karê ku diket ser milê wî bê dudilî pêk anî û bi vî awayî hêz dida derdora xwe. Kesayetekî dilnizm bû, ku bi kedê re hatibû pijandin. Şehadeta hevrê Erdal ji bo me û gelê me xemgîniyek mezin e. Em wekî hevrêyên Erdal Şingalî ji bo xewn û xeyala wî pêk bînin, em ê li ser şopa wî bimeşin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Erdal Şingalî re hate xwestin û hate gotin, “Soza ku me dane şehîdan em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku hevrê Erdal Şingalî heta dawî pê bawer kir û bê tereddût meşiya, em ê jî li ser vê bingehê ala berxwedanê hilbigrin û bi serketinê ve tacîdar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanê YBŞ’ê wiha ye:

Nasnav: Erdal Şingalî
Nav û paşnav: Îbrahîm Mehmûd
Navê dê û bav: Eto – Mehmûd
Cih û dîroka şehadetê: 3’ê Cotmehê 2021 – Şingal

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button