Xelkê Şengalê: Emê dev ji Şengal û şervanên xwe bernedin

Şêniyên Şengalê diyarkirin ku ewê ti carî dev ji axa xwe ya pîroz bernedin û gotin; “Dixwazin bi van êrişan koka Êzidiyan ji holê rakin. Me carek Şengal beda, emê vê carê bernedin û zarokên xwe nehêlin bi tenê.”

Di şeva 17’ê Nîsanê de artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê li Avaşîn, Metîna û Zapê dest êrişek dagirkeriyê kir. Di heman wextî de dewleta tirk di serî de Zirgan û Til Temir, êrişî Rojavayê Kurdistanê jî kir. Hemwextê van êrişan artêşa Iraqê jî ji duh ve hêzeke mezin şandiye Şengalê û hewl dide noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê dorpêç bike û dest deyne ser van noqteyan. Di encama van hewldanên artêşê de ji duh şev ve ye destpêkê li Dîgurê, pişt re jî li Geliyê Şilo, gundê Sikêniyê û di navbera Girzerik û Tilezêr de car caran şer û pevçûn derdikevin. Aloziya li herêmê dewam dike.

Ji duh bi şev xelkê Şengalê ji bo piştevaniya şervanên xwe yên parastinê li ser piyane. Xelkê Şengalê derbarê êrişa ser Şengalê de ji Rojnews re axivîn.

Nayfa Xidir: Dibêjin bi hêceta PKK’ê êriş dikin, lê asayîş, YBŞ û YJŞ jî xortên me, zarokên mene. Êrişî zarokên me dikin, ya herî giran jî êrişî cejnên me dikin. Ji xwîna me têr nabin, piştî Şengal aram bû, zarokên me li Şengalê me diparêzin. Lê ew êriş dikin. Ka maf, tevahî cîhanê çav û guhê xwe girtiye. Em dev ji zarokên xwe bernadin. Me carek zarokên xwe berda û em revîn, lê vê carê emê dev ji zarokên xwe bernedin û narevîn.

Emşê Şengalî: Piştî fermana 3 Tebaxê êdî baweriya me ti hêzek din nayê. Wê demê jî Artêşa Iraqê me hêla û reviyan. Em dibêjin bila zarokên Şengalê, Şengalê biparêzin. Ew jî dibêjin emê we ji holê rakin. Emê dev ji axa xwe bernedin û li ber xwe bidin. Bi hatina cejna me re, êriş kirin. Lê emê cejnên xwe pîroz bikin, li gorî baweriya me tê gotin ‘ger te li miletê min kir ferman, ezê li te bikim axir zeman’. Wê ev êriş û hêza Iraqê jî bişkê.

Nurê Şengalî: Şervanên YBŞ û YJŞ’ê hemû zarokên me û Êzidîne. Iraq êrişî sivîlan jî dike, ma ew jî PKK ne. Her car di dema cejnên me de êriş dikin û nahêlin em bi rehetî cejnên xwe pîroz bikin. Ma ev artêş di dema fermanê de li ku bû, ger heba wê ewqas pîr û zarok neketiban destê DAIŞ’ê. Bila wê demê bi hewara me hatiban. Emê wek jin û dayîkên Şengalê, heya dawî li rexa ciwanên xwe bin û wan ti carî tenê nahêlîn.

Xidir Şengalî: Armanca êrişan, tinekirina Êzidiyane. Cihek din ê Êzidiyan tineye, ev milet jî welatiyên Iraqê ne. Tên şerê sivîlan dikin, em hemû Êzidîne. Bi fermanek din dixwazin Êzidiyan ji holê rakin. Yên mane, vegeriyan û îro sax mane, dixwazin hemûyan tine bikin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button