Xal Elî: PDK şer nekir, gerîla û gelê Êzidî Şengal rizgar kirin

Berpirsê Foça Laleş a Şengalê Xal Elî, di salvegera rizgarkirina Şengalê de bibîrxist ku PDK’ê li Şengalê şer nekiriye û got; “Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bû. Gelê Êzidî û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirin.”

Di ser re 6 sal derbas dibe ku di 13’ê Mijdara 2015’an de navenda bajarê Şengalê ji aliyê gerîlayên PKK’ê, şervanên YPG’ê YPJ’ê û gelê Êzidî ve hate rizgarkirin. Her çiqas tê zanîn ku ka çawa Şengal teslîmî DAIŞ’ê hate kirin û çawa hate rizgarkirin jî, bi taybet PDK’ê ku ji şikestina Şengalê berpirsyar e, hewl dide bi propagandayeke berfireh xwe wekî hêza ku Şengal rizgar kiriye nîşan bide.

Yek ji kesên beşdarî vî şerî bûye Berpirsê Foça Laleş a Şengalê ya Heşda Şabî Xal Elî ye ku di rizgarkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê de wek komeke serbixwe di nav şer de cih girtiye. Xal Elî da diyarkirin PDK’ê li Şengalê şer nekiriye, hem di dema radestkirina Şengalê de, hem jî di pêngava rizgarkirina Şengalê de bi DAIŞ’ê re lihevkirine.

‘Plana radestkirina Şengalê bi destê PDK’ê pêkhat’

Xal Elî di wê baweriyê de ye ku plana radestkirina Şengalê, projeya Emerîka û hin ji welatên herêmê bû  û wiha axivî: “Ev plan bi destê PDK’ê hate kirin û bi rêkeftin Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin. Di aliyê rêxistinî de kêmasiyên gelê me jî hebûn. Ji ber ku pişta xwe bi wan hêzên ku xwe wek hêzên Kurdî didan naskirin girêdidan.”

‘Gelê Êzidî û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirin’

Xal Elî bibîrxist ku di rizgarkirina Şengalê de gelê Êzidî li gel hêzên gerîla şerekî mezin kirine û bi van gotinan bersiv da propagandayên PDK’ê: “Di dema rizgarkirina Şengalê de car din PDK’ê bi DAIŞ’ê re li hev kirin û di roja rizgarkirina bajarê Şengalê de DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand. Çawa ku pêşmerge Şengal radestî wan kirin ku gelê me di komkujiyan re derbaskirin, piştî ku ev pilan li ser Êzdiyan pêk anîn car din DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand û hin cihan radestî pêşmergeyan kirin.”

‘Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bûn’

Xal Elî bi xwe jî di pêngava rizgarkirinê de cih digire û şahidê berxwedanê ye û wiha behsa rojên berxwedanê dike: “Di rizgarkirina Şengalê de em bi xwe li nava Sûka Serî bûn. Hêzên gerîla li gel ciwanên Êzidî şerekî mezin meşandin. Demeke dirêj di navbera me û çeteyan de şerê kolan bi kolan hate kirin. Hin caran şer digihîşte wê astê ku dest û dest me şer dikir. Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bûn. Di navbera me û mewziyên pêşmerge de pir navber hebû. Çekên giran ên pêşmergeyan jî nedigihîştin cihên ku şer tê de dihate kirin.”

Xal Elî  di berdewama axaftina xwe de got ev xiyaneta ku PDK’ê li Êzdiyan kirî ne tenê ji aliyê wan ve her wiha ji aliyê hin berpirsên PDK’ê bi xwe jî hatiye ser ziman ku pêşmerge şer nekiriye û Şengal radestî çeteyan kiriye.

‘Vegera pêşmerge ji bo Şengalê bi dawî hatiye’

Xal Elî balê kişand ser hewldanên PDK’ê ku car din vegere Şengalê û ji bo vê mijarê jî ev peyam da: “Vegera pêşmerge ji bo Şengalê bi dawî hatiye û emê rê nedin ku ew ber avê (Ava Sihêla) derbas bikin û car din xwe li Şengalê bicih bikin.”

Xal Elî bibîrxist ku her çiqas di pêngava rizgarkirinê de gelek hêz û alî hebin jî, lê yên şer kirin civaka Êzidî û gerîla bûn û got: “Ev şeş sal derbas bûn Şengal hatiye rizgarkirin. Em bi hêvî ne şeş salên din wê tu kes nikaribe ji Hizba Beas bêtir navê PDK’ê li Şengalê bîne ser ziman.”

Xal Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku roj bi roj rewşa Şengalê û Êzidiyan ber bi başbûnê ve diçe û banga vegerê li koçberên Êzidî kir.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button