1.Festîvala Çand û Hunera Şengalê bi dawî bû 

Yekemîn Festîvala Çand û Hunera Şengalê ku sê rojan dewam kir îro bi bernameyekî dewlemend a hunerê bidawî bû. Di Festîvalê de Hunermendan  li kêleka stranên xwe peyamên girîng dan , Şehîdên ku liber axa Şengalê de canê xwe dane hatin bîranîn. Her wiha helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Derwêş û Edûlê Mohra xwe li Festîvalê da.

Di 20’ê Cotmehê ji aliyê  Navenda Çand û Hunera Şengalê ve Yekemîn Festîvala Çand û Hunera Şengalê hate destpêkirin.

Ferstîvalê di nava 3’ê rojan de berhemên çanda kevnar, ji stran û kilama bigre heya xwarin û berhemên keda desta, ji cil û berga heya govendên qedîm ji nûve zindî kirin.

Di sê rojên festîvalê de bi sedan welatiyên Şengalê bi cil û bergên xwe yên gelerî rengekî ciwan dan festîvalê.

1 . Festîvala Çand û Hunera Şengalê îro bi bernameyekî hunerî û dewlemend bidawî bû.

Bernameyê di saetên piştî nîvro de bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir. Her wiha di nava bernameyê de  ji aliyê pêşkêşvanê festîvalê ve, gelek gotinên bi qîmet li ser çanda  Êzdiyan hatin gotin.

Yek ji helbestên ku rengê xwe da festîvalê helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Derwêş û Edûlê bû ku di festîvalê de hate pêşkêş kirin.

Her wiha komên Stranê û hunermendên ji Şengalê û dervey welat hunerên xwe pêşkêş kirin û govend hate gerandin.

Di  despêka bernameyê de stranbêjê Şengalê Celo Şengalî derkete ser dikê û stranên xwe yên gelerî pêşkêş kirin.

Her wiha festîvalê bi helbestên, Bêrîvan Heso, stranên Koma Çiyayê Şengalê û hunermenên Ereb Eymen El Zubeydî dewam kir.

Herî dawî hunermendê navdar ê Kurd Hozan Comerd bi stranên xweya  “Ji bo Apê me”  gel rakire ser piyan û govenda wan germ kir.

Festîvalê heya saetên Şevê bi gêrana govendê li ber dengê hunermenda jin Îda Şengalê dewam kir û herî dawî ji aliyê Navenda Çand  û Hunera Şengalê ve kom û hunermenêdn beşdarî di Festîvalê de bûne hatin xelatkirin.

Ji ber keda wan di sê rojên Festîvalê de û şopandina ragihandina Êzîdxanê û Ragihandina Jinên Êzîdxanê hatin xelatkirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button