Berxwedana xelkê me 65 roj li pey xwe hişt 

Welatiyên me bi wê armancê piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane

 

 

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 65’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Mamosta Nayîf Xelef serdana konê  çalakiya destekdayîna Asayişa Êzidxanê kir û wiha  ji rojnews re axivî; “Em wek mamosteyên Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê heta dawiyê li pişta çalakiya konê rûmetê ku ev 65 roj e ji bo îrada xwe, li dijî peymana 9’ê Cotmehê û gefên Erdogan li ber xwe dide. Ji bo Êzidiya ev berxwedaniyekî gelek girîng e. Êzidî ji bilî îrada xwe baweriya xwe çi hêzekî din dê neyînin ku wan biparêze.”

Nayîf Xelef bal kişand ser bêdengiya Iraqê ya li dijî gefên Erdogan û wiha pêde çû:”Bedengiya hikûmeta Iraqê li dijî êriş û gefên Erdogan, hîn zêdetir destê dewleta Tirk a faşist xurtir dike. Iraq weke pezek bê şivan lê hatiye. Ewlehiya Şengalê ji ya Iraqê baştir e. Ji ber ku Êzidî xwe bi xwe parastina xwe dikin. Em ê heta dawiyê li dijî gefên hêzên ku îrada Êzidiya nas nakin, em ê li ber xwe bidin.”

Di vê navberê de xelkê me rojane kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Show More
Back to top button