“Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê der barê Wefa ya Êzidî de ne rast e”

Hevseroka navçeya Holê Cûdî Azad daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê der barê Wefa Ebas a Êzidî de dabû ku tê tê de hatibû gotin wan Wefa bi operasyoneke taybet rizgar kirine derewand.

Hesekê- Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîş birin ser Şengalê lê belê di wê êrîşê de Artêşa Iraqê û pêşmergeyên ku herêm diparastin, civaka Êzidî di nava pençên DAIŞ’ê de hişt. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, bi firotin û bi firotina li bazarên Sûriye û Iraqê re rû bi rû man. Yek ji wan jinan Wefa Elî Ebas e ku di 9 saliya xwe de tê revandin û piştî 8 salan ji aliyê şervanên YPJ’ê di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de hat xilaskirin.

Piştî ku fermandarên YPJ’ê Wefa Ebas dibînin û hevdîtinê pê re çêdikin, ji aliyê Dergehê Til Koçer ve derbasî Iraqê û paşê Şengalê dikin. Ji aliyê malbat û saziyên wir ve tê pêşwazîkirin. Duh Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek da û got ku wan bi operasyoneke taybet Wefa Ebas rizgar kiriye. Têkildarî vê mijarê jî Hevseroka Navçeya Holê ya girêdayî bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûdî Azad axivî.

“Her du jinên Êzidî ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hatin xilaskirin”

Cûdî Azad di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Her du jinên Êzidî Wefa Ebas û Sewsen Heyder ji aliyê şervanên YPJ’ê ve di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de di Kampa Holê hatin xilaskirin. Her du jin jî di jiyana xwe de ji aliyê DAIŞ’ê ve bi gelek êş û îşkenceyan re rû bi rû mane. Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek da û îdia kir ku wan di operasyoneke taybet de Wefa Elî Ebas rizgar kiriye. Daxuyaniya ku wezareta parastinê daye ne rast hêza ku ev jin xilas kirine YPJ ye. Xwestin bi vê daxuyaniyê rûyê xwe li hemberî civaka Başûr û Iraqê spî bikin. Çima dema ku ferman bi serê Êzidiyan de hat, artêşa Iraqê û pêşmergeyan ew bi tenê hiştin?”

“Pêşmerge û artêşa Iraqê hevkarên fermana li dijî Êzidiyan in”

Cûdî Azad got ku ger Artêşa Iraqê bixwesta wê bikaribûya di destpêka fermana 2014’an de rê li ber revandina Êzidiyan bigirta û jinan ji pencên DAIŞ’ê rizgar bikiya û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ger bixwestana wê di dîroka 2014’an de, dema destpêka fermanê têbikoşiyana û jinên Êzidî ji pencên DAIŞ’ê xilas bikirana û nehiştina werin tecawizkirin û qetilkirin. Artêşa Iraqê û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê hevkarên fermana li ser Êzidiyan in. Divê ku civaka Êzidî jî vê rastiyê baş bibîne û rastiya dijminên xwe nas bikin.”

“Em û civaka Êzidî piştgiriyê didin YPJ’ê”

Cûdî Azad bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: “Em ê heya dawî piştgiriyê bidin YPJ’ê di têkoşîna wê ya ji bo hemû jinan. Her wiha YPJ parazvanên hemû olan, Êzidî, misilman an jî Xirîstiyanan e. Erka me ew e ku em gav bi gav bi wan re bimeşin heya hemû jinan ji îşkenceyê rizgar bikin. Divê ku civaka Êzidî jî bêhêvî nemîne, bila baweriya wan bi hêzên me were ku em ê jinên mayî xilas bikin û divê ku civaka Êzidî bi hêzên me re di nava pêwendiyê de be.”

NUJINHA

Show More
Back to top button