Desteya serokeşîrên Şengalê: Em Tehsîn Beg weke mîrê Êzidiyan qebûl nakin

Desteya serokeşîrên Şengalê liser planên PDK'ê yên dijî Şengalê daxuyaniyek da. Desteyê di daxuyaniya xwe de got; "Em Hazim Tehsîn Beg weke mîrê Êzidiyan qebûl nakin; ji ber ku aliyek siyasî ve hatiye hilbijartin û ne li gor berjewendiyên civakê tev digere."

PDK ji bo peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê bixe meriyetê, ketiye nava liv û tevgerê. PDK niha dixwaze bi serokwezîrê Iraqê Sudanî û bi rêya Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn beg, planên nû bixe metiyetê û ji bo vê ketiye nava liv û teverê. Desteya serokeşîrên Şengalê derbarê planên PDK’ê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Şengalê ji aliyê Dexîl Mirad ve hate dayîn.

‘PDK bi rêya Hazim li ser Şengalê planan çêdike’

Dexîl Mirad got ku planên PDK’ê li ser Şengalê gihiştine astekî ku bi rêya Mîrê Êzdiyan mûdaxeleya Şengalê bikin û wiha domand; “Di demên dawî de ji bo li Şengalê tevliheviyê derbixin, dest bi planên fitneyê di nava pêkhateyên Şengalê de kirine. Xwestin jiyana hevbeş ya li Şengalê belav bikin, lê her kesek rastiya civaka Êzidî dizane ku em ne li dijî ti olekê ne.

PDK naxwaze rastiya li Şengalê aşkere bibe

PDK’ê dizanî ku wê bi serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Şengalê, hin planên wan û tiştên liser Şengalê dibêjin eşkere bibin û rastiya wan bê dîtin, ji bo ku ev rastî li Şengalê xuya nebe, Hazim Tehsîn Beg ku wek mîr destnîşan kiriye, xistin dewrê û bi gotinên ne rast serdana serokwezîr asteng kirin.

Êdî bi navê Êzidiyan ne axive!

Em bang li Hazim Tehsîn Beg dikin êdî bi navê gelê me û civaka Êzidî ne axive, jiber ku Hazim êdî wek mîr di nava mede nayê qebûlkirin û li gor berjewendiyên hin aliyên siyasî tevdigere.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button