Şaredariyên Gel ji bo şînkirina Şengalê dixebitin 

Şaredariya Gel a Şengalê sala derbasbûyî li ser rêyên giştî şitlên daran çandibûn. Şitlên ku hatibûn çandin ji aliyê şaredariyê ve tên parastin. Endamên şaredariyê bang li welatiyan kirin ku tevlî kampanya şînkirina bajêr bibin.

Di 17’ê Cotmeha 2022’yan de Şaredariya Gel a Şengalê ji bo şînkirina herêmê pêngava dar çandinê dabû destpêkirin û di çarçoveya vê pêngavê de bi dirêjahiya 35 kîlometran li kêleka rêyên sereke yên Şengalê şitlên daran hatin çandin. Ev pêngav heya niha jî dewam dike, li gelek cihan dar tên çandin. Vê pêngavê di nava salekê de rengekî xweşik daye Şengalê.

Darên hatine çandin ji aliyê şaredariyên gel ve tên parastin û çavdêriya wan tê kirin. Îro jî şaredariyên Digur, Sinûn û Xanesroê dest bi paqijkirina ber dara kirin û bang li gel kirin dakû xwedî li dara derkevin. Endamên şaredariyê gotin ev dar malê giştiye û ji bo wê bila xelkê Şengalê wan biparêze.

Endamê Şaredariya gel a Digurê Hesen Xelîl di serîde banga parastin û xwedî derketina daran li tevahiya xelkê Şengalê kir û got : “Ji bo em karibin welatê xwe xweşik bihêlin û rêjeya şînkahiyê  zêde bibe, pêwîste em hemû xwe berpirsyar bibînin û li van projeyan xwedî derkevin. Her kes li derdora mala xwe paqijiyê biparêze û li dara xwedî derkeve.”

Endamê Şaredariya Gel a Şengalê Amir Xelef jî da diyakirin ku şînkatî ji bo Şengalê gelek giringe û got: “Pêwîste gelê me giringiya şînkatiyê bizanibe û wisa nêz bibe. Şaredariyan ji bo xizmeta gel kedeke mezin dane û ev proje dan despêkirin. Ev dar êdî mezin dibin û herêmê xweşik dikin, lazime gelê me jî li van dara xwedî derkeve û wek yên xwe nêz bibin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button