Êzidiyên ji kampên Duhokê vegeriyane: Azadiya li Şengalê heyî li tu cihî nîne
Di van demên dawiyê de gelek malbatên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane Sîba Şêx Xidir ya Şengalê. Malbatên ku vegeriyane keyfxweşiya xwe bi van gotinan anîn ziman; “Em li vê derê hatine dinê, divê li ser axa xwe bijîn. Azadiya li Şengalê li tu cihekê din nîne.’
Di sala 2014’an de piştî fermana 73’yan bi hezaran kes ji Şengalê koçê Herêma Kurdistanê û derveyî wê kirin. Niha jî bi hezaran kes li kampên Duhokê dijîn. Lê ji ber pêşwaziya Rêveberiya Xweser ya Şengalê û biryara Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ya valakirina kampên Herêma Kurdistanê, tevî astengiyên cûrbicûr yên PDK’ê jî gelek malbat vegeriyan Şengalê.
Yek ji bajarokê herî zêde veger lê çêbûye Komelgeha Sîba Şêx Xidir ya Şengalê ye. Bi vegera koçberan re careke din jiyan li Sîba Şêx Xidir vegeriya ye. Di dema êriş û dagirkeriya DAIŞ’ê de gelek xanî li Sîba ji aliyê çeteyan ve hatibûn teqandin û herêm hatibû wêrankiri. Ji ber vê li gel vegerê jî hema bêje Komelgeha Sîba jinûve ava dibe. Malbatên piştî 9 salên koçberiyê vegeriyane Sîba Şêx Xidir, keyfxweşiya xwe ya ji vegerê û zehmetiyên wê ji ajansa me re nirxandin.
‘Kamp ji Me re Nabin War’
Welatiyê bi navê Qeyser Qîranî yê berê 4 mehan vegeriyaye Sîba Şêx Xidir, sedema vegera xwe bi van gotinan îfade dike; “Em li kûderê jî bin, cihê tu kesî ji me re nabe war. Ev 4 mehin vegeriyame Sîba Şêx Xidir. Ji bo li ser axa xwe bijîn, divê ked bidin. Em bi keda xwe malên xwe ava dikin. Em dizanîn kamp ji me re nabin war.’
‘Kamp Mîna Girtîgeha ne’
Qeyser Qîranî jiyana kampan weke jiyana di girtîgehê bi nav kir û got; “Azadiya li Şengalê li tu cihekî din peyda nabe. Di nava kampan de her tişt tê pirs kirin. Her gav avêtineke me diviyabû hatiba lêpirsînkirin. Kamp weke girtîgehane. Çar aliyên me têl kirîbûn û tu kes nedikarî bê destûr derkeve derve. Cûdahiya di navbera Şengal û kampan de geleke. Niha em li mala xwe ne, bixwazîn biçîn kuderê tu kes pêşî li me nagire. Em li vê derê mezin bûne, jiyan jî, mirina me jî wê li vê derê be. Yên ku dibêjin, li Şengalê jiyan nîne, gelo beriya fermanê çawa li vê derê dijîn? Derfetên niha li Şengalê hene, beriya fermanê nebûn. Niha li Şengalê hemû derfetên jiyanê hene.”
‘Hikûmet li Beramberî Êzidiyan Bêdenge’
Jina bi navê Xalîde Şemo li gel rexnekirina Hikûmeta Federal ya Iraqê ku ji bo jinûve avakirina Şengalê erka xwe bicîh nayne, rexneya venekirina gorên komî yên li komelgehê jî kir û got: “Em bi alîkariya hinek rêxistinên xêrxwaziyê vegeriyan. Ji ber malên me di dema êrîşên DAIŞ’ê de hatibûn teqandin, wan alîkarî kirin. Lê Hikûmet li beramber dabînkirina pêwîstiyên Êzidiyan bêdenge. Eger alîkarî bê kirin, wê hemû gelê me vegere ser warê xwe. Niha li derdora me gorên komî hene û nehatine rakirin!”
‘Hestên Herî Xweş Vegera li Sîbayê Bû’
Xalîde Şemoya 9 salan di kampên Herêma Kurdistanê de jiya ye, hestên xwe yên vegerê bi van gotinan anî ziman; “Em 9 salan di kampan de man. Tevî xemgîniya derketina ji Sîbayê, me hesta herî xweş ya ji keyfxweşiya vegerê jiyan kir. Di nava konan de me nedizanî wê şewat kengê derkeve. Gelek caran ji tirsa şewatê em nedirazan. Raste niha derfet li vê derê kêmin, lê dîsa jî cihê me ji her derê xweştire.”
Piştî vegera gel ya li Komelgeha Sîbaya Şêx Xidir, li aliyekî gel malên xwe jinûve ava dike, li aliyekî şaredarî dixebite û li aliyekî din jî li ser daxwaza gel, Meclisa Gel ya Sibaya Şêx Xidir 12’yê Tîrmehê hate avakirin.
‘Ji Bilî Çiyayê Şengalê Cihek Din yê Me Tune ye’
Welatiyê bi navê Şivan Xwedêda jî ku bi avakirina mala xwe re mijûle, banga vegerê li koçberên Sîbayê kir ku di kampan de dijîn û got: “Divê em li benda kesê nebin, malên me ji me re çêbikin. Divê em bi destê xwe mala xwe ava bikin. Ji ber em dizanîn ji derveyî Şengalê tu cihekê me yê din nîne.’
‘Pêwîste Em li Şehîdên Xwe Xwedî Derkevin’
Hevserokê Meclisa Gel ya Sibaya Şêx Xidir Eto Xidir jî got: ”Me li Sîbayê gelek şehîd dane. Heya niha jî gelek gorên wan li vê derê hene. Ji bo em xwedî li şehîdên xwe derkevin, divê em vegerin ser warê xwe. Heya gel venegere wê tu kes nebe alîkar.”
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ROJNEWS