Jinên Şengalê: Perwerde dawî li tundiyê tîne

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li tevahî gund û navçeyên Şengalê perwerdeyên fikrî dibîne. Yek ji mijara sereke ya perwerdeyan riyên dawîanîna li tundiya li ser jinan e.

 Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) rêxistinbûna xwe li tevahî gund, navçeyên Şengalê ava kiriye. Di bin sîwana tevahî meclisên jinan ên li gund û navçeyan de her dem perwerde tên dîtin perwerdeyên ku têne dîtin tev bi armanca avakirina jin û civakek azad. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku xwe bi ronahiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diguherîne û bi rê ve dibe bi îdiaya ku dema di civakê de jinan xwe bi rêxistin kirine wê tevahî civak jî xwe bi rêxistin bike ji her demê bêhtir girîngiya xwe daye perwerdeyê. Perwerdeyên ku di meclisên jinan de tên dîtin bi giştî li ser dîroka civaka Êzidî çand û exlaqê wê, welatparêzî, rastiya jinan û malbatê, xweparastina ji fermanan û tendirustiyê ne.

Yek ji meclisên ku dest bi perwerdeyên xwe kirine meclisa jinan a gundê Guhbel e. Jinan bi mijara perwerdeya xwe ve girêdayî bal kişandin ser tundiya li ser jinan tê meşandin û dan diyarkirin ku perwerde û xwerêxistinkirina jinan, perwerde û rêxistinkirina malbat û civakê ye û gotin ku encax bi wî awayî rê li tundiyê bigrin.

‘Ji qetilkirina jinan em hemû berpirsyar in’

Li ser mijarê endama meclisa jinan a gundê Guhbel Rena Emer bal kişand ser xwekuştina jinên ciwan û wiha nirxand: “Di tevahî civakan de zexteke mezin li ser jinan heye. Sûcdarê tevahî bûyerên malbatî jin tên dîtin ev jî dibe sedem ku di warê derûnî de jin zehmetiyan bijîn. Bi taybetî serdema ku em tê de dijîn serdema teknolojiyê ye. Bi karneanîna telefonê bi awayê rast û pêwîst li ser ciwanan bandorên mezin dide çêkirin. Divê weke dayik û bav em di zanebûna erkên xwe de bin û riyên rast nîşanî zarokên xwe bidin. Em dibînin dema kêmaniyek çêdibe jinên ciwan ji ber di civakê de di malbatê de zexteke mezin dijîn xwe dikujin. Divê em riyên perwerdeyê bidin pêşiya ciwanên xwe da ku nekevin riyên şaş. Ji bo dawîanîna qetilkirin û xwekuştina jinan, mijara sereke zanebûn e, wekî din tu rê nîn e ji ber wê perwerde hîmê bingehîn e.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Hecî jî bal kişand ser qetilkirina jinan li başûrê Kurdistanê û wiha nixand: “Tundiya li ser jinan li her devera cîhanê heye mînak di meha Tebaxê de li başûrê Kurdistanê bi dehan jin hatin qetilkirin tev jî bi destên mêr bûn. Em weke jinên Şengalê tu carî vê yekê napejirînin û em tundiya li ser jinan li ser xwe dibînin.”

‘Cihê ku fikrên mîmarê azadiyê lê hebin tundî çênabe’

Nurê Hecî di berdewamiya gotinên xwe de jî sedema zêdebuna tundiya li başûrê Kurdistanê bi van hevokan şîrove kir: “Bala xwe bidin her devera ku xwe bi fikrên Rêber Apo bi rêxistin dike zexta li ser jinan di asteke mezin de kêm e. Ji ber Rêber Apo felsefeya xwe ya jiyanê bi azadî û wekeheviya civakê hûnandiye. Lê li deverên weke başûrê Kurdistanê ku bi taybetî aqilê PDK’ê tê de serdest e, çawa ax û welat ji dest îxaneta wan tund û tûjiyê dibîne, jin jî ji ber aqilê mêr tundiyê dibînin, her roj jinek tê qetilkirin. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde bikin û di riya azadiya xwe de bimeşin ji bo wê têbikoşin.”

Nurê Hecî di dawiya gotinên xwe de bi van hevokan qala meclisên xwe yên jinan kir: “Piştî ku me fikrên Rêber Apo nas kir û em ketin nava kar û xebatan weke tevahî endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) me guhertin bi xwe re ava kir vê yekê li ser malbat û derdora me jî bandorê çêkir. Li Şengalê jî tundiya li dijî jinan heye lê em dikarin bibêjin her sala ku diçe ev yek kêmtir dibe. Ji ber ku her dema ku em fikrên Rêber Apo jiyanî dikin, em ber bi azadiyê ve diçin. Îro me weke endamên meclisa jinan, ji xwe re weke erk dibînin ku em tevahî pirsgirêkên di nava gundê xwe de çareser bikin. Bi taybetî mijarên tundiya li ser jinan weke meclis em ji nêz ve dişopînin û me bi xwe gelek mijarên wiha çareser kirin.”

NÛJÎNHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button