Li Şengalê xizmetguzariya ji bo xelkê dewam dike 

Li Şengalê xizmetguzariya ji bo welatiyan dewam dike

 

Şaredariya Xanesorê rêya mezargeha Şêx Mihemed û gundê Barê çêdike. Xelk ji ber çêkirina rê, kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyarkirin ku heya niha ji bilî şaredariya gel, tikesê daxwaza wa pêk neaniye.

Li Şengalê tevî hemû bê derfetiyan jî, xizmetguzariya ji bo xelkê dewam dike. Şaredariya Xanesorê li ser daxwaza xelkê, rêya sereke ya ku diçe gundê Barê ya Rojavayê çiyayê Şengalê û mezargeha Şêx Mihemed (Siwarê Gêdûkê) çêkir. Rêya 7 kêlometre demeke şaredarî li ser kar dike xilas bû.

Welatî kêfxweşin

Li ser çêkirin û xizmetguzariya şaredariyê, welatiyê binavê Mîrza Şengal axivî, Mîrza destpêkê kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Xelk serdan dikin û li wir diçin ser gorên miriyên xwe. Bi taybet di zivistanê de hatin û çûyîn pir zehmet bû, lê piştî ku hat çêkirin êdî xelk dikare bi asanî biçe û bê.”

Welatiyê bi navê Hecî Diyab ê ji gundê Barê jî axivî û got; “70 malbat li gund dijîn, di çûn û hatinê de gelek zehmetî hebû. Ev demek dirêje em li benda dewletê bûn ku rê çêbike, lê nehate çêkirin. Niha şaredariyê rêya me çêkir em gelek spasiya wan dikin. Hertim bi mere dibin alîkar û ji bo çêkirina rê jî em gelek pê kêfxweşin.”

Ronews-Şengal

Show More
Back to top button