Riham Hesen: Di şexsê hevalê Dijwar de Rêveberiya Xweser hedef girtin
Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen şehîd Dijwar Feqîr bibîr anî û got: “Di Şexsê hevalê Dijwar de Rêveberiya Xweser a Şengalê û îradeya civaka me hedef hate girtin. Lê piştî şehadeta wî gelek malbatan navê Dijwar li zarokên xwe kirin. Baweriyeke zêde ya gel pê hebû, hevalê Dijwar jî timî xwedî li vê baweriyê derket.’
Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr ) di 7’ê Kanûna 2021’an de li komelgeha Xanesorê ya Şengalê bi mayîna ku di seyareya wî de hatibû bicihkirin, şehîd ketibû. Dijwar Feqîr di rojên destpêkê yên fermana 2014’an de wekî xortek Êzidî beşdarî nav refên berxwedana Şengalê bûbû, di nav çend salan de jî ji şervantiya YBŞ’ê xwe gihandibû asta fermandariyê. Dijwar Feqîr li gel taybetmendiyên xwe yên leşkerî, wekî pêşengek civakî jî xwe pêşxist û ji bo têkoşîna Şengala xweser û azad têkoşiya. Ji bo vêya jî di sala 2021’an de di 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, wekî Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê hate hilbijartin.
Di duyemîn salvegera şehadeta wî de, hevala wî ya têkoşînê Riham Hesen ku di 4’emîn Kongreya MXDŞ’ê de wekî Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê hate hilbijartin û tevî Dijwar Feqîr xebatên pergala xweseriyê meşandin, derbarê têkoşîn û kesayeta Dijwar Feqîr de ji ajansa me re axivî.
‘Dijwar Feqîr bi xîret û cesaret bû’
Riham Hesen kesayeta Dijwar Feqîr wekî kesayeteke ku bi Ezdatiyê re bûye yek binav kir û wiha behsa rastiya wî kir: ‘’Gotin têrî nake ku em behsa mamoste û fermandarê mezin Dijwar Feqîr bikin. Hevalê Dijwar bi ruhê Ezdatiyê re yek bû, ku Ezdatî xîrete. Çi jê bihata xwestin ew jêre amade bû. Hevalê Dijwar wekî zarokekî êtîm mezin dibe ji ber ku bavê wî di şerê Iraq-Îranê de şehîd dikeve. Dayîka wî ew perwerde dike, ji ber vê perwerdehiyê rêz dida hemû jinan. Dayê Xoxê ew bi xîret û cesaret mezin kiribû.’’
Riham Hesen bibîrxist ku Dijwar Feqîr bi casereteke mezin û bê dudilî di fermana 2014’an de beşdarî nav refên berxwedana Şengalê bûye û wiha behsa wan rojan kir: ‘’Bi şehîd Berxwedan re bû, pêre dest bi berxwedanê kir. Şehîd Berxwedan fermandarê avakirina YBŞ’ê bû. Hevalê Dijwar, bi şehîdên wekî hevalê Zerdeşt, hevalê Seîd re têkoşîn meşand. Hevalê Dijwar tu carî ji xwe re qebûl nekir ku mirovekê bêdeng û bêtevger be. Dema em her du ji bo hevserokatiya desteya rêvebir hatin hilbijartin, gel ew hilbijartibû. Ji ber ku pê re hêvî û baweriya mezin dîtibûn. Hevalê Dijwar jî tu carî nedixwest wê baweriyê vala derbixe.’’
‘Ser û malê xwe di oxira gelê me de da’
Hevala wê ya têkoşînê Riham HesenDijwar Feqîr di şer û têkoşîna xwe de ferqa barê xwe yê giran û rastiya şehadete ye, Riham Hesen jî bale kişand ser vê rastiyê û wiha berdewam kir: ‘’Hevalê Dijwar neditirsiya, zanibû li pêşiya me şehadet jî heye. Em şahidin ku digot ‘eger ruhê me jî têrî neke emê zarokên xwe bidin.’ Bi rastî jî hevalê Dijwar ser û malê xwe di oxira gelê me de da. Ji destpêkê ve xwe amade kiribû ku ruh û canê xwe diyariyê vê gelî bike.’’
‘Xeta azadiya jinê ji xwe re esas digirt’
Piştî ku di 4’emîn Kongreya MXDŞ’ê de wekî hevserok tên hilbijartin, Riham Hesen û Dijwar Feqîr bi hev re dest bi kar dikin. Riham Hesen bale kişand ser zehmetiya pêkanîna pergala hevserokatiyê û wiha got: ‘’Di pergala hevserokatiyê de me digot emê bi hevalên xort re zehmetiyan bibinin, lê bi hevalê Dijwar re me tu carî zehmetî nejiya. Ew girêdayî xeta azadiya jinê bû, bi armanca xwe re xwe kiribû yek. Cihê ku hevalê Dijwar lê bû, pirsgirêk çareser dibûn. Wî karibû bi zanebûna xwe pirsgirêkan çareser bike. Li derdora xwe her dem civakbûnê pêş dixist. Zanibû armanca Serok Apo pêşxistina civaka rêxistinî ye, hevalê Dijwar li gor vê rastiyê xebat dikir. Her dem behsa Serok Apo dikir, peyvên Serok Apo digot. Îradeya Serokatî, berxwedana wî ya li zindanê herdem dianî ser ziman. Her dem behsa şehîdan dikir. Sekn û helwestekî bêbandor ji xwe re qebûl nedikir.’’
‘Xwe di ber azadiya jinê de deyndar û berpirsyar didît’
Riham Hesen di nirxandina xwe de balê kişand ser kesayeta piralî ya Dijwar Feqîr ku karibû xebatên leşkeri û civakî bi hev re bimeşîne û wiha berdewam kir: ‘’Di warê leşkerî de dema lazim bû çek rakir û şer kir. Wextê pêwîst bû karê civakî meşand. Kesayeta şoreşgerî di xwe de ava kiribû. Ji aliyê zanebûnê ve xwe gihandibû astekî xurt. Ji aliye feraseta zilam de, xwe di ber azadiya jinê de deyndar û berpirsyar didît. Digot, ‘dayîka min bi hezkirin û perwerde ez mezin kirime.’ Tu carî qebûl nedikir li cihekî zilamek behsa jinekê bike. Dixwest ders bide zilaman ku ferq û cûdahî di navbera jin û zilam de nîne. Kêmasiyên li hemberî jinê ji zilaman re qebûl nedikir, ji kesayeta xwe re jî qebûl nedikir. Ne bi gotinê derspê dida, bi pratîka xwe dixwest dersê bide zilaman. Herkes dikare bêje lê ya wî pêkanîn bû.’’
‘Kîna wî ya herî mezin li dijî xiyaneta PDK’ê bû’
Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen pîvaneke bingehîn a Dijwar Feqîr jî destnîşankir ku ew jî têkoşîna li dijî xeta xiyanetê ye. Riham Hesen da zanîn ku kîneke mezin a Dijwar Feqîr li dijî PDK’ê hebû û wiha got: ‘’Ji kesên ku bi PDK’ê re bûn re digot ‘ew mirov ne Êzidî ne.’ Di vî alî de hişk dipeyivî. Kîna hevalê Dijwar a di dil de mezin bû di vê mijarê de. Ev kîn, kîna tolhildana fermanê bû. Di jiyana xwe de gelek êş kişandin lê karî vê êşê veguhere zanebûnê, bi wê zanistê têkoşînê da meşandin. Eger em van tiştan fam bikin emê zanibin çima hedef hate girtin.’’
Dijwar Feqîr wekî kesayeteke şoreşger bi şev û roj kar dike, ji bo însanan qezenc bike û perwerde bike bi sebreke mezin bi wan re dide û distîne. Riham Hesen, şêwazê xebata Dijwar Feqîr bi gotina ‘’wekî saetek hîç nedisekinî’’ tarif kir û eşqa wî ya xebatê wiha anî ser ziman: “Li ba hevalê Dijwar şev û roj yek bû, ji bo kar jê re ferqa saetê nebû. Malbatî û şexsî nedifikirî, digot ‘malbata min a mezin gelê mine.’ Têkiliyên wî jî gelek baş bû bi mirovan re. Dema kesek ji karê xwe sar dibû, bi saetan bi wan re dipeyivî, ji wan re behsa şehîdan dikir. Digot ‘wextê dilê te sar bibe, wê hêviya te jî sar bibe.’ Nedihişt kesek ji karê xwe sar bibe.’’
‘Îradeya civaka Êzidî hedef hate girtin’
Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen, di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser sebebên hedefgirtina Dijwar Feqîr û wiha pê de çû: ‘’Ji gelê xwe re hêz û pêşeng bû. Hevalê Dijwar wekî şexs hedef nehate girtin, di şexsê wî de Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef hate girtin. Hedefgirtina îradeya civaka Êzidî bû. Dixwestin bi şehadeta wî me bifetisînin. Lê piştî şehadeta wî gelek malbatan navê Dijwar li zarokên xwe kirine. Civak naxwaze Dijwar di nav wan de xilas bin. Gelek pêşengên me şehîd ketin, di şexsê van şehîdên pêşeng de îradeya civaka me hedef hate girtin, pergala xweseriya demokratîk hedef hate girtin. Pêwîste em jî bi ruhê wan yê têkoşer bijîn. Wan hevalan şehadet dabûn pêşiya xwe û çi ji wan hate xwestin kirin. Roj hat xwêdan dan, roj hat xwîn dan. Banga me li keç û xortên Êzidî re ewe ku li rihê van hevalan xwedî derkevin.”