Mexmûrî ji bo piştevaniya Şengalê meşiyan

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî gefên li ser Şengalê meşiyan. Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li hember gefên hikumeta Îraqê yên li ser Şengalê meşiyan. Meş li ber avahiya Şaredariya wargehê dest pê kir heta avahîya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir

https://www.youtube.com/watch?v=UbvQvHJîaw

Di meşê de pankertên bi nivîsa ” Xwedî li Şengalê derkeve, fermana 74’ê erê neke” hatin hildan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî hat dayîn.

DAXUYANÎ WİHAYE;

“Em destpekê berxwedana gelê şengalê ya li hemberî zilmê bi dil û can pîroz dikin û em heta dawiyê bi wan re ne. Em bang li hikûmeta Iraqê û hemû cihê peywendîdar dikin ku pêşî li fermana 74’ê were girtin. Bi fermana 73’ê ya bi êrişa DAİŞ’ê xwestin gelê berxwedêr ê qedîm tune bikin. Şengaliyên ji fermanê xilsabûn ji nû ve xwe rêxistin kirine û axa xwe diparêzin. Bila li cihê asayişa Êzidîxanê leşkerên Tirkan ên baregehên xwe li gelek deverên Başurê Kurdistanê çêkirîn bên derxistin. Em heta dawiyê piştevaniya Şengalê dikin û emê bêdeng nemînin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengal”, “Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ”, “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.

Piştî meşê şandeyek ji nûner û rêveberên Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar dosyaya ku di derbarê binpêkirinên mafanê ên ser wargeha Mexmûrê û taybet li ser rewşa gelê Şengalê hatî amedekirin ji bo pêşkeşê Rayedarên Hikûmeta Navendî a Iraqê bikin, çûn bajaroka Mexmurê ya girêdayî Musilê.

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button