Meşa Ciwanên Şengalê ya dijî Komploya 15’ê Sibatê destpê kir

Meşa dirêj a ciwanên Şengalê ya dijî Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê, destpê kir. Ciwan bi qasî 10 kîlometreyan wê bimeşin û piştre daxuyaniyek bidin.

Meşa bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Şengal û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, ya ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di van kêliyan de destpê kir.

Meşa ciwanan bi dirûşmeya ‘Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne’ li ser rêya mam Zekî ya li nehya Sinunê destpê kiriye, bi sedan ciwanên Êzidî û Ereb di meşê de amadene û wê meş heya baxçeyê Rêber Apo yê li Geliyê Kersê dewam bike.

Di meşê de posterên Rêber Ocalan, hatine bilindkirin û ciwan bê navber dirûşmeyên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok’ di qêrin.

Tê payîn piştî meşvan gihiştin baxçeyê Rêber Apo yê li ser Geliyê Kersê, daxuyaniyek were dayîn

Show More
Back to top button