Bi kedê jiyan xweş dibe 

Li Şengala fermandîtî ev 8 salin ku welatî  li warên xwe yên wêran bûyî de jiyanê ava dikin û bi kedê wate didin jiyanê. Her kes li gor şiyana xwe, li gor zanîn û jêhatîbûna xwe Êzdîxana xwe bedew dike.

Ji bo gelê Êzidî kar û xebat ne tenê debara rojaneye, ji bo vê civakê her vegerek li ser vê axê û her kedeke ku li ser vê axê tê dayî bersiva fermanê ye. Civaka Êzidî dibêje, “Dijmin dixwestin me tine bikin û navê Êzdiyatiyê li ser rûyê cîhanê ne mîne. Lê em jî wê li dijî wan ji bo ew negihîn xeyalên xwe yên qirêj, emê vegerin ser axa xwe û axa xwe careke din biberhem bikin.

Du salan de 400 mal vegeriyane

Yek ji wan malbatan jî malbata Ziyad Xeribo Casime ku ji mêj de li gundê Til Qesep dijîn, di fermana 2014’an de weke gundê Girzerik û Siba Şêx xidirê wan jî berxwedaniyeke mezin kirin, lê neçar dimînin ji gund berê xwe bidin çiyayê Şenalê. Malbatê nêzî 7 salan di derfetên pir zor û zehmet de li kampek Başurê Kurdistanê ya bi navê Çem Mişko de jiyan kirin. Li wir Ziyad Xerîbo ji bo malbata xwe xwedî bike karê silingê dike û dest û lingên wî di wî karî de dişkên. Ew di her rojên xwe yên li kampê de bendê bûn ku Şengal rizgar bibe, ji bo vegerin Şengalê. Berî 2 salan şêniyên Til Qeseb vegeriyane gundê xwe, nêzî 400 malan vegeriyane yek ji wan malan jî mala Ziyade.

‘Dixazin ewlehiya me xera bikin’

Ziyad Xeribo Casim wiha qala giringiya vegera Şengalê dike: “Me li Kampên Başûrê Kurdistanê  gelek zehmetî dît. Lê niha em li ser erdê xwe, em li warê xwe ne. Şengala me pirxweşe herkes têde bi ewleye. Lê ewlehiya me dixwazin xera bikin. Ez bang dikim ji gelê mere ji bo vegerin ser erdê xwe raste zehmetî hene, lê li vir em çibikin ji bo me û warê meye ne.”

‘Ne ji hevjîn û keçên min ba min wê nekarîba’

Ziyad Xeribo li ger zehmetiyên kar û barên ku dike jî bi dil û ruyek geş dibêje: “Karê me yê vir zehmete ji meha Adarê de me dest bi çandiniyê kiriye. Min 5 keç û laweke biçuk heye lê şukur ji xweda re ez bi alikariya hevjîn û keçên xwe kar û barên xwe tev bi rêve dibim. Em bi hev re tevahî karan dikin.  Ne ji hevjîn û keçên min ba min wê nekarîba van karan bi ser hevde bînim. Lê alikariya wan ji bo min zêde ye ger kurê min heban wê evqas alikarî nedaban min.”

‘Xweza Sebre’

Baran  îlyas jî dibêje tevahî temenê wê bi karê çandinî û sewalvaniyê ve çû û got: “Ev kar zehmete lê dema em berhemên keda xwe dibînin em pir pê şadibin” û heskirina xwe ya ji bo xwezayê wiha pênase dike: “ tevahî kar zehmetiya wê heye lê di nava xwezayê de ez mezin bûne. Me hertim ji berhemên xwezayê xwe xwedî kiriye, ji bo wê ji bo min xweza sebre ez pêve mijûl bûnê hez dikim. Ez dixwazim tevahî gelê me veger ser axa xwe û bi keda xwe xwe birêve bibin.”

 ‘Ji bo avakirina Şengalê bila erkên xwe pêkbînin’

Baran Îlyas di dawiya gotinên xwe de bang li cihan û hikûmeta Iraqê kir û got: “Me fermanek jiyan kir ji ber fermanê piraniya gelê me ji malên xwe bûn, ji bo wê hîna jî gelê me di çadiran de dijîn, li cihê li Şengalê alozî derbixin divê alikariya gelê me bikin û ji bo avaniya Şengalê erkên xwe pêkbînin.”

‘Ez ji Şengalê pir hez dikim’

Şehîm Ziyad ya ku di fermanê de 9 salî bû bi van gotinan qala jiyana xwe dike: “ Ferman li bîra mine, em tev tîbûn, li dora min mirov tev ji bêtaqetiyê diketin, jiyan xwe ji dest didan, me gelek zehmetî jiyan kir divê gelê me jibîr neke û divê ji ti kesê hêvî neke. Di vê civaka me bi keda xwe jiyan bikin. Em niha li Şengalê ne, ez ji Şengalê pir hez dikim Şengal pir xweş bûye, hêvî dikim gelê me veger.”

Rojnews-Şıngal

Show More
Back to top button