Rojnamevan Îlyas: Armanc dagirkirina herêmê ye

Rojnamevan İlyas diyar kir ku gelên herêmê ji bilî wêranî û kuştinê tiştek ji Osmaniyan nedît û dê tiştekî baştir ji dewleta Tirk jî nebîne, ji ber ku çavnebariyên dewleta Tirk dîrokî ne

Artêşa Tirk a dagirker ji 10`ê Sibatê ve êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwe didin û nahêlîn artêşa tirk xwe li herêmê bicih bike û bal dikşînin ser ku armanca êrişê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.
Heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê û hukumeta Iraqê bê helwest e û tu daxwuyanîyek cidî nedane.
Rojnamevanê Şengalê Yasir Îlyas ji anha re axivî û got armanca dewleta tirk ya dagirker dagirkirina deverên din yên kurdistanê ye û got ku li hemberî hewildanên dagirkirina herêma Garê ji hemû hêzên kurdî tê xwestin ku bibin yek û xwedî li berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeran derkevin.
Rojnamevan İlyas diyar kir ku gelên herêmê ji bilî wêranî û kuştinê tiştek ji Osmaniyan nedît û dê tiştekî baştir ji dewleta Tirk jî nebîne, ji ber ku çavnebariyên dewleta Tirk dîrokî ne.
Îlyas bang li pêşmerge, gerîla û hemû hêzên Kurd kir ku bibin yek, bê deng nemînin û li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin.
Rojnamevanê Yasir Ilyas di dawiya nirxandina xwe de, êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî Şengalê ya sala 2014`an bi bîr xist û wiha axivî: “PDK`ê wê demê bi hezaran şêniyên Şengalê di nava pencên DAIŞ`ê de hişt. Heke gerîla destwerdan nekirîba, wê çarenûsa hemû êzidiyên li Şengalê mîna çarenûsa xelkê Koço bûya. Ji lew re, divê her kes piştgiriya gerîla bike û xwedî li berxewdana wê ya li dijî dagirkeran derkeve.”
ÇAVKANÎ; ANHA

Show More
Back to top button