Ji bo şehîdan dimeşe: Min li dîmenên fermanê temaşekir û êdî sebra min nema!

Bi wesîleya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ciwanê bi navê Berzan Xeyrî Hacî ji bo bîranîna şehîdên fermanê, ji Tilizerê bi meşeke dirêj berê xwe dide gundê Koço yê. Berzan dibêje; “Piştî ku min li dîmenan temaşe kir, êdî sebra min nema û min biryar da derkevim û berê xwe bidim Koço. Min dixwest bi vê çalakiya xwe ve peyamekê bidim dayikên şehîdan û bêjim Şengal ava ye û em hene.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişek hovane birin ser civaka Êzidî û komkujî pêkanîn. Yek ji wan gundên ku herî zêde ji fermanê ziyan dîtiye gundê Koço ye. Ciwanê bi navê Berzan Xeyrî Hacî ji serê sibehê de berê xwe daye gundê Koço. Berzan diyar kir ku heya heya dilopek xwîn di canê wî de hebe, ewê li ser şopên şehîdên fermanê be.

‘Êdî sebra min nema’

Berzanê ku ji seet 5’an ve ji Tilizerê berê xwe daye gundê Koço, derbarê vê çalakiyê xwe de wiha nêrînê xwe ji ajansa me re parve kir:  “Di seet 05’ê siharê de ji mala xwe derketim, lê wê şevê bi giştî ne razam her min li dîmenên fermanê û yê Koço temaşe dikir. Piştî ku min li dîmenan temaşe kir, êdî sebra min nema û min biryar da derkevim û berê xwe bidim Koço. Min dixwest bi vê çalakiya xwe ve peyamekê bidim dayikên şehîdan û bêjim Şengal ava ye û em hene. Min di vê rojê de çalakiya xwe dest pêkir ji ber hemû aliyên siyasî roja 3’yê Tebaxê weke programên siyasî bi kar tînin. Ji ber vê min got beriya wê bi rojekê ezê çalakiya xwe bikim.”

 ‘Armanca min bihîstina dengek ji qebran e’

Barzan Xeyrî di dewama gotinên xwe de bal kişand ser armanca xwe ya ji vê çalakiyê û wiha pêde çû: “Gelek dayik û xwîşkên me di vê rojê de derketibûn ji mala xwe, lê vegera wan nebû. Heta gelek zarokên ku hîn zadê cejnê ne xwerine û wisa şehîd bûne hene. Ji bo wê jî min tenê bi xwe re av rakiriye. Em dubare viya dibêjin dayikên me ne bi tenê ne û ferman ji berdewamin. Armanca min ya sereke ji çuyîna Koço jî ez bikaribim dengekê qebran bibihîsim bê ka ew kesên di fermanê de winda bûne kude çûne û çi li wan hatine. Min soz daye heta dikarim ji vê soza xwe da nayim heta ez cejna wan şehîdan û dayikan pîroz nekim, bi vê şekilê gav paş de navêjim.”

‘Ezê her li ser şopê şehîdan bim’

Barzan di dawiya axaftina xwe ev bang kir: “3’yê Tebaxê roja xwedî derketina li şehîdane, daxwaza min ji hemû civaka me ewe ku her kesek bikare li qadan bin. Tenê du deqe rêz girtin têra şehîdên me nakin, heta dilopa xwînê di canê min de heye, ezê li ser şopên şehîdên xwe bim. Banga min ji hemû xelkê me yê Şengalê re bila kes desturê nede roja 3’yê Tebaxê bikin bernameyek siyasî û siyasetê li ser xwîna şehîdên me nekin.”

Meşa Barzan ya ber bi gundê Koço dewam dike.

ŞEYDA ILYAS/ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button