NPG: Civaka Êzidî li çiyayê Şengalê li berxwedan û dev ji Şengalê bernedan

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Fermana 3’ê Tebaxê daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Li dijî hemû gef û xetereyan jin û ciwan û hemû civaka Êzidî dev ji Şengalê bernedan û tevlî berxwedanê bûn. Ev fedakarî, cesaret û biryardariya civaka me ya Êzidî hêjayî serbilindiyê ye.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera qirkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya NPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“9 sal ji ser êrişa dagirkerî û qirkirinê ya li ser gelê me yê Êzidî û herêma pîroz a Êzidiyan Şengalê re derbas bû. Êşa ev êrişa dijmirovayetiyê wekî roja pêşîn giran e. Di van êrişan de hevrêyên me yên ji nav civaka Êzidî, şehîdên me yên pêşîn Berxwedan, Dilgeş, Armanc û Genco li hemberî êrişan rabûn. Di heman demê de hevrêyên me Mam Zekî, Seîd, Dijwar, Zerdeşt, Pîr Çeko, Hemîd, Bêrîvan Seîd û Rûsyar hemû kesayetiya xwe dan azadiya gelê me û Şengalê û şehîd bûn. Em van hemû hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Li hemberî vê êrişa qirkirinê fermandarên dîrokî yên ku mudaxeleyî vê êrişê kirin, em qehremaniya bêhempa ya hevrê Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Memo Mêrdîn, Nûjîn Êrs, Çeko Çatak û Şîlan Goyî silav dikin, di şexsê van hevrêyan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê pêvajoya dîrokî ya ku keda wan rê li ber wê vekiriye, bi azadiya Kurdistanê tacîdar bikin. Ev fermandarên hêja û leheng ne tenê bi wêrekî û lehengiya xwe derketin pêş. Di heman demê de, bi plansaziyên xwe yên piralî û bi aqilane, ji aliyekî ve êriş kirin û xeleqa DAÎŞ’ê şikandin û Şengal parastin û ji aliyê din ve jî di nava 8 rojan de 120 hezar kes ji Şengalê derbasî Rojava kirin. Ev operasyona rizgarkirinê ya ku bi pêşengiya HPG’ê û bi piştgiriya YPG’ê hat lidarxistin, weke mezintirîn operasyona mirovahiyê ya salên dawî ket nav qeydên dîrokê. Bi saya zîrekî, cesaret û fedekariya Apoyî ya van fermandarên hêja, perspektîfên Rêber Apo bi awayekî serkeftî hatin bicihanîn û gelê me yê Êzidî ji qirkirineke mezin a fîzîkî û spî rizgar bû.

Bêguman helwesta israra gelê me yê Êzidî li Şengalê ev berxwedana dîrokî watedar kir û bû sedema serkeftinê. Civaka Êzidî ya Kurd yê ku di dîrokê de her tim li ber xwe daye, tevî bi dehan ferman û qetlîaman serî netewandiye û nûnertiya Kurdayetiya saf û resen e. Wan bi îlhama ku ji fedaiyên Apoyî standin, di şertên herî zehmet de, li Çiyayên Şengalê biryareke berxwedanê ya dîrokê dan. Li dijî hemû gef û xetereyan jin û ciwan û hemû civaka Êzidî dev ji Şengalê bernedan, li warê xwe yê resen man û tevlî berxwedanê bûn. Vê fedakarî, cesaret û biryardariya civaka me ya Êzidî hêjayî serbilindiyê ye. Ev helwesta domdar a civaka me ya Êzidî ku di şert û mercên zehmet ên jiyanê de, weke helwesteke girîng a welatparêziyê bûye kevneşopiyek ku diyar dike ku civaka Êzidî wê bi berxwedanê siberoja xwe bi dest bixe û her wiha cewhera berxwedanê ya ji dîrokê tê jî nîşan dide. Civaka me ya Êzidî ku 9 sal in ji vê helwesta xwe tawîz nedaye, bi berxwedan û têkoşîna di pêşengiya zarokên xwe yên leheng YBŞ û YJŞ’ê de ji hemû cîhanê re nîşan dane ku li hemberî her cure êrişan ew xwedî hêz û biryardariya parastina Şengalê ne.

Bi vê wesîleyê em gelê xwe yê berxwedêr yê Êzidî, şervan û fermandarên hêja yên YBŞ û YJŞ’ê bi hestên herî ji dil silav dikin. Em şoreşgerên Kurdistanê û HPG diyar dikin ku em ê her tim bi gelê xwe yê mazlûm re bin. Em careke din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin, em bi biryardarî diyar dikin ku em ê di her şertî de girêdayî bîranîna wan bin û em ê armancên wan pêk bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button