Şervanê YBŞ’ê bi merasîmek girseyî tê oxirkirin

Şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef ku duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Rezka ya ser bi Tilizêra Şengalê şehîd bû, îro bi merasîmeke tê oxirkirin. Cenaze wê piştî merasîma leşkerî û wecîbeyên olî, li goristana Şebil Qasim were definkirin.

Duh di saetên êvarê de balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk li gundê Rezka ya ser bi Sikêniyê ya Tilizêrê êrîşek pêkanî. Di encama êrîşê de şervanê YBŞ’ê yê bi navê Mecdel Hesen Xelef Xelîl ê ji Tilizêrê ya Şengalê bû, bi giranî birîndar bûbû. Duh ji bo dermankirinê ku rakiribûn nexweşxaneyeke Mûsilê, ji ber birîna wî giranbû şehîdbû.

Show More
Back to top button