Çand û Huner a Şengalê: Em piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin

Saziya Çand û Hûner a Şengalê ji bo erîşên ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û gotin: "Di roja teng de gelê Rojava piştgiriya me kir, divê em jî niha piştgiriya wan dikin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Nerazîbûna dijî êrişan her ku diçe zêde dibe, li navçeya Xanesorê ya Şengalê hunermend û dengbêjên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişan şeremezar kirin.

Daxuyanî wiha ye: “Em dibînin ku erîşên ne heq li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê tên kirin. Em wek civaka Êzidî naxwazin erîşên bi vî rengî were ser ti civakekî. Em hemû dizanin ku di sala 2014’an de li ser civaka me ferman pêkhat. Em ketin di nav tengaviyekî pir mezin de. Wê demê şervanên YPG- YPJ hatin alîkariya me, rê ji me re vekirin miletê me xilas kirin. Pewîste niha em jî xwedî li wan derkevin.

Em bang tevahî cîhanê dikin ku li dijî erîşên dewleta dagirker a Tirk yên ser Rojavayê Kurdistanê rabin ser xwe. Zilm û zordariya ser gelê Rojava rakin. Xwedî li Rojava derkevin.

Em heta hebin, emê piştgiriya gelê xwe Rojava bikin. Ger Rojava bisiklet dor yê ser Şengalê idi. Bila civaka me bîr neke ku çawa di 2014’an de gelê Rojava bi hawara me ve hat û me ji destê DAIŞ’ê xilas kir divê îro jî em xwedî li Rojava derkevin.”

Rojnews-şingal

Show More
Back to top button