Li Şengalê zêdetirî 40 hezar îmze ji bo PKK’ê hatin komkirin 

Di despêka Adarê de li Şengalê kampanya komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatibû despêkirin. Kampanya bi daxuyaniyek hat bi dawî kirin. Hat gotin li Şengalê 40 hezar û 446 îmze hatine komkirin.

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin. Gelê Şengalê jî bi komkirina îmzeyan di despêka meha Adarê de beşdarî di kampaniyê de kirin. Li Şengalê dinava Mehekê de 40 Hezar û 446  îmza hatin komkirin.

Îro bi amadebûna Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ, endamên sazî û rêxistinên Şengalê têkildarî encama kampanyê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar ve hate xwendinde hate gotin ku ew wek civaka Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ewê wê her dinava hewildanan de bin.   Daxuyaniyê wiha dewamkir : “Jı bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsta terorê, wek saziya malbatên şehîda ya Şengalê ev demeke, wek erk me ji xwe re dîtiye ku em li nav civaka xwe ye Êzidî bigerin û îmzeya kombikin . Me ji nav civakê 4 hezar û 446 îmza komkirine.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser xwedîderketina gerîlayên PKK’ê li civaka Êzidî û wiha domand: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku 12 hezar pêşmerge ji Şengalê revîn û gelê me di fermanekê re derbas kirin, wê demê PKK’ê ji çiyayên Kurdistanê hatin bi hawara me. ji ber wê jî wek civaka Êzidî me PKK’ê bi hereketeke însanî nas kir û bi wê armancê dest bi serhildana xwe kirin û di dîroka Kurdistanê de 28 serhildan çêbûne û PKK’ê ya 29’ê ye. Di avakirina vê hereketê de şiyarbûnek li nava civaka Kurd û gelên di xaka Mezopotamiya de jiyan dikin de, da avakirin. Îro bi milyonan mirov li pê vî fikrî rabûne û xwe bi rêve dibin. Ji ber ku di her cihê zilim lê hatiye kirin de, PKK’ê xwe gihandiye wir û bi haware wan ve çûye. Lê dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin PKK’ê li ber çavên hemû dunyayê reş bikin, her tiştê ku ji destê wan tê dikin da ku PKK’ê tune bikin û li gorî kêfa xwe gelên di xaka Mezopotamiya de jiyan dikin bi rêve bibin û bixin bin desthiladariya xwe de. Ji ber wê ye ku rojane êrîşî ser çiyayên Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê dikin û pêşengên civakê dikin hedef. Heta ku gelek caran madên qedexe yên weke Kîmyawî jî bi kar tînin û ev bûyerên ku çêdibin li dijî mirovahiyê ne. Mixabin tevahiya cîhanê ji vî tiştî re çavên xwe digirin wekî ku tu kesî nedîtiye.”

Di dewama daxuyaniyê de li ser şerê ku PKK’ê li himberî DAIŞ’ê kiriye jî hat gotin: “Ruxmî ku PKK’ê, DAIŞ’ê di Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tune kir û her cihê ku wan dagîr kirî PKK’ê rizgar kir, îro jî bi rêya şerê taybet bi hevkariya PDK’ê, dewleta Tirk dixwaze bi gelên Mezoptamiya bide qebûl kirin ku PKK’ê terore. Ji ber wê jî îro di Başûrê Kurdistanê, Şengal, Rojava û Mexmûr de gelek kesan şehîd dixe û dike sûcê PKK’ê.”

Di dawiya daxuyaniya saziya malbatên Şehîda a Şengalê de ev peyam hate dayîn : “ Wek civaka Êzidî em didin diyar kirin ku ev tiştên bi rêya şerê taybet dikin û gotinên ku li ser PKK’ê re dibêjin, ne rastin û dûrin ji heqîqetê. Tenê armanca wan tunekirina îradeya gelên bindest yên bi vê felsefeyê avabûne. Bi vê boneyê em bang li yekîtiya navdewletî û mafên mirovan dikin ku PKK’ê ji lîsta terorê derxînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bidawî bû.

Piştî daxuyaniyê Rêveberiya Xwser a Şengalê malbatên Şehîdan xelat kir.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button