YBŞ’ê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kir

Fermandariya YBŞ’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Rêber Apo heqîqeta hebûnê ye, rastiya jiyana azad e, ronahiya pêşerojêye, wekheviye, civakbûyîne, nasname, îrade, berxwedêriye û dîroke.”

Fermandariya YBŞ’ê bi peyamekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz pir.

Peyama Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:

” Rojbûna me pîroz be. Em rojbûna Serok Apo ku dibe rojbûna tevahiya gelan bi hemû hest û girêdaniya xwe ve pîroz dikin. Eger em dibêjîn rojbûna Rêber Apo rojbûna me tevahiya gelan e ev heqîqet û rastiyekê îfade dike. Ji ber ku Rêber Apo hemû jiyana xwe xist xizmeta jiyaneke azad. Ji bona afirandina jiyaneke azad berxwedanî, têkoşîn, fedakarî û xizmeteke bêhempa da raberkirin. Di rojên herî zor, zehmet û bê eman de dest ji vê têkoşîna xwe ya pîroz berneda û hertim bi hêst û welatparêziya xwe ve ev meşa xwe ya heqîqetê berdewamkir. Li ser vî esasî Rêber Apo zincîrên zilmê, kelhên dagirkeriyê, hişmendiya qirkeriyê û pergalên koletiyê tinekir. Rêber Apo heqîqeta hebûnê ye, rastiya jiyana azad e, ronahiya pêşerojêye, wekheviye, civakbûyîne, nasname, îrade, berxwedêriye û dîroke.

Rêber Apo bi dîrok dest girtinê ve li hemberî hemû dagirkerî, qirkerî, neheqiyê û hişmendiya ku li ser esasê tinekirinê dihat meşandin sekinî û bi wê sekna xwe ve bû hêviya jiyana azad û nasnameya azadiya gelan. Di serî de gelê Kurdistanê û gelê herêmê azadiya xwe di şexsê Rêber Apo de dît û bi Rêber Apo re dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Eger di roja me ya îro de bi teybetî jin, cîwan û hemû gel li derdora Rêber Apo bune xeleka agirê azadiyê û azadiyê hembêz dikin tê wê manê ku Rêber Apo heqîqete û kesayetek azade. Eger dîsa di roja me ya îro de ne tenê gelê Kurd û gelên herêmê hemû gelên azadîxwaz, gelên bindest û gelên cîhanê ê ku mirovahiyê esas digirin Rêber Apo hembêz dikin, li Rêber Apo xwedî derdikevin û Rêber Apo Rêberê xwe dibînîn û dipejîrînîn tê maneya ku Rêber Apo rêberek gerdûniye. Nîşaneya vê yekê jî, ji 8`ê Adarê heyanî Newroza 50. Saliyê a Rêber Apo ya serfiraziyê de bi teybetî jin, cîwan û tevahiya gelan şênber raxist ber çavên hemû cîhanê. Ev helwest, girêdanî û xwedî derketineke pir bi wateye û pîroz e. Eger îro pergala dagirker û qirker tecrîda girankirî di şexsê Rêber Apo de li ser tevahiya gelan dide meşandin; bê navber êrîşê jin cîwan û gel dike ev ji sedema ku vê hêmbêz kirina Rêber Apo ye. Yanî pergala dagirker bi vê tecrîdê ve dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qûtbike, îrade bişikîne û berxwedaniya heyî bitepisîne. Lê tevahiya gelan bi vê hêmbêzkirina xwe ya Rêber Apo ve ev leyistokên pergala dagirkerî û qirkeriyê hemû vale derxist.

Em gelê Êzidî ji eger di roja me ya îro de bi nasnameya xwe, çanda xwe baweriya xwe, zimanê xwe û bi ola xwe li ser axa pîroz jiyandikin ev bi saya Rêber Apo ye. Eger em îro bi îradeya xwe têkoşîna jiyana azad didin meşandin ev bi saya Rêber Apo ye. Eger em îro ji qirkirin û tinekirinê hatine rizgarkirin ev bi saya Rêber Apo ye. Dîsa eger em îro jiyandikin ev bi saya Rêber Apo ye. Ji ber ku cîhan li me hatibû tarîkirin, bi rastiya xwe ve jiyankirin li me hatibû qedexekirin, însaniyetî nehiştibûn, dîrok, çand, ziman û bawerî li me hatibû tinekirin û welat ji bona me bibû goristan. Di wan rojên herî zor, zehmet û tarîtîyên bê emande ku hebûn û tinebûna me di hat nîqaşkirin; di wan rojên ku tû derfet û mafên jiyankirinê ji bona me nedihat hiştin de jin, zarok, dayîk û gelê me di bin ferman û qetlîaman re dihat derbaskirin, disa jin, keç û zarokên me dihatin revandin û li bazaran dihatin firotin de yê ku xwe gihande me û li me xwedî derkete ji Rêber Apo zêdetir ne kesekî dinê bû. Ji bona wê ji Rêber Apo hebûna me ye, nasnama me ye û îradeya me ye. Ji bona wê jî helbet heyanî em hene em ê li Rêber Apo xwedî derkevin û em ê deyndarê Rêber Apo bimînin. Di heman demî de têkoşîna me ji wê li ser esasê di Şengalê de pêkanîna jiyanek Azad û bi Rêber Apo ve li Şengalê azad jiyankirinê be. Wê tû kes an ji ti hêz nekaribe me ji vê heqîqetê qûtbike û wê nekaribe me ji vê rêyê vegerîne. Sedem çi dibe bila bibe û berdêl çi dibe bila bibe em ê ji bo vê armanca xwe ti keleman nasnekin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikîn.

Li ser vî bingehî çawa tevahiya gelan ku di 8`ê Adarê û 50. saliya Newroza Rêber Apo a serfiraziyê de bi xwedîderketineke pîroz ve pêşwazîkir û hembêz kir; wê rojbûna Rêber Apo jî bi wî ruhî ve pîroz bike û pêşwazî bike. Em jî rojbûna Rêber Apo ku dibe rojbûna me bi ruhê berxwedêrî û têkoşeriya Rêber Apo ve di serî de li Rêber Apo, hemû şervanên azadiyê, li gelê xwe, hemû gelên azadîxwaz û mirovahiyê pîroz dikîn.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button