Wê kongreya me bibe wesîleya rizgarkirina hemû jinên Êzidî’

2.Kongreya TAJÊ bi ruhê rizgarkirina Şengalê destpê kir, dewam dike. Delegeyên kongreyê li ser girîngiya lidarxistina kongereyê axivîn û gotin; "Bi pêşengiya gerîla civaka Êzidî xwe ji fermanan xilaskir û bi fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistinkirin. Wê kongreya me bibe wesîleya rizgarkirina hemû jinên Êzidî."

2.Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî danê siharê li hola Sinûnê ya ser bi Şengalê destpê kir û hê jî dewam dike. Delegeyên tevlî kongreyê bûn, ji ajansa me re axivîn.

Pakîze Celal: “Di serî de kongreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikim, dibin zext, êrişên dewleta Tirk de me karî em bi hejmarek zêde kongreya xwe lidarbixin û ev yek bersiva herî mezine. Emê weke jinên Êzidî çi dibe bila bibe, dev ji rêxistinbûna xwe bernedin. Niha jinên Êzidî ji dema beriya fermanê cûdane, ger beriya fermanê êriş çêbiba, emê belav biban. Lê niha çiqas êriş bikin, emê bi têkoşîna xwe bersiva wan bidin.

Bi fikir û felsefeya Rêber Apo civaka Êzidî xwe gihand vê astê, eger ne ji fikrê Rêber Apo ba, niha ev rêxistina me jî wê neba. Bi pêşengiya gerîlayên azadiyê gelê me rabû ser xwe, heya em hene em deyndarê Rêber Apo û gerîlane.

Bi salane gerîlayên azadiyê parastina xaka Kurdistanê dikin, lê PDK li aliyê dijmin cih digre û dijî gerîla radibe. Em ji Şengalê silavên xwe dişînin çiyayên azad ji bo gerîlayan. Serkeftinê ji wan hemû têkoşeran re dixwazîn.”

Şervana YJŞ’ê Berçem Şengalî: “Ez di serî de kongreyê li tevahî şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan pîroz dikim. Lidarxistina kongreyê di demek wisan de, ji bo tevahiya jinên Êzidî û Şengalê xwedî girîngiyek mezine. Ev kongre di salvegera rizgarkirina Şengalê de pêkhat, ev jî ew peyame ku wê ji vir û şûn de jî kar û xebatên ji bo azadiya civakê dewam bikin. Kongre wê bibe wesîleya rizgarkirina tevahiya keç û jinên Êzidî ku niha aqûbeta wan ne diyare.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button