Di roja 102’an de berxwedana Êzidxanê

Çalakiya ku xelkê me bi armanca statuya Şengalê dayîna nasîn ku dewam dike kete roja 102’an. Dûh jî bi sedan kesan serdana konê berxwedanê kir û diyar kirin ku heta daxwazên wan tên bicîhanîn, dê çalakiya xwe bidomînin

https://www.youtube.com/watch?v=PNkBoljroUQ&feature=emb_logo

Berxwedana xelkê me ku li dijî peymana Bexda-Hewlêrê di 2’yê kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin berdewam dike.

Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” tê meşandin, her roj bi komek nû tê domandin. Her wiha bi sedan kes serdana çadıra berxwedanê dikin û destek didin.

Endama Partiya Azadiya û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) Fehîma Silêman ji Rojnews re axivî û bibîr xist ku ev 101 roje li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê de hatibû îmzekirin berxwedanek heye û wiha pêde çu: “Em ji bo îradeya xwe di nava çalakiyan de ne. Ev çend care em diçin Bexdayê, lê dewleta Iraqê her carê dixwaze me mijûl bike.”

Fehîma Silêman da zanîn têkoşîna ji bo maf û xaka welat şerefek e û wiha dom kir: “Miletên xwedî xîret dema ku ji bo welatê xwe tiştek kirin, ew şerefe û xîreta herî mezin e. Ger bi me dayîka mabe, em carek din nehêlîn destê xayînan li ser axa Şengalê dirêj bibe.”

Show More
Back to top button