YBŞ: Civaka me çawa dijî dagirkeriya DAIŞ’ê berxwe da, wê îro jî rê nede dagirkeriyê

YBŞ’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Ev civaka kevnar çawa ku di sala 2014’an de li hemberî dagirkerî û qirkeriyê rabû û berxwe da, wê li hemberî dagirkerî û qirkeriyên nû bi mezintir berxwe bide. Di şopdariya cangoriyên xwe ên ku xwe ji bo civaka me fedakirine de emê vê têkoşînê demildest bi serkeftinê re tacîdar bikin.”

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, bi hezaran Êzidî di komkujiyê re derbasbûn, bihezaran jin û zarok ji ber bêparastinbûn dîl ketin destê DAIŞ’ê. Hîn jî aqûbeta bihezaran jin û zarokên Êzidî nayê zanîn. Gerîlayên HPG-YJA Star, li gel ciwanên xwebexş yên Êzidî û hevkariya YPG-YPJ’ê 13’yê Mijdara 2015’an Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de em tevahiya cangoriyên xwe yên pêngava rizgarkirina Şengalê, bi hemû hezkirin û rêzdariya xwe ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan di tewînin. Soza me daye wan cangoriyên xwe em ê di şopdariya wan qehremanan de teqez bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Beriya 8 salan bi destê çeteyên DAIŞ’ê û xiyaneta PDK’ê êrişeke qirkirinê bi ser gelê me de anîn. Li hemberî vê qirkirinê, gelê me bi îrade û baweriya xwe û derfetên kêm yên di destê xwe de li berxwe da. Ev berxwedanî vegerîya têkoşîna ku hesabên dijmin vala derxîne. Bi taybetî ew berdêl, fedekarî, qehremanî û keda Gerîlayên Azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê diber gelê me de dayî, em tu caran ji bîr nakin. Di wan rojên herî giran û bê derfet de wan egîdan di pêşengiya Mam Zekiyan, Egîd Civyanan, Dilşêr Herekolan, Nujînan, Çekoyan, Memoyan û Rosyaran, Şoreş Xinizan heta Seîdan, Berxwedanan, Zerdeştan, Şîlanan, Nujiyanan, Dijwar û Azadan heta Dîndaran de xwedî li gelê me derketin û ji bo rizgarkirina axa me ya pîroz heta dawiyê têkoşîneke bê hempa raber kirin. Di oxira rizgarkirina gelê me û axa me de bêyî ku dudilî jiyanbikin, bêyî ku armancek din ji bo xwe hilbijêrin û berjewendiyên takekesî bifikirin ev têkoşîna xwe bê qûsûr berdewam kirin. Ser vî esasî em van qehreman û pêşengên xwe bi hemû rêzdarî, hûrmet û heskirinên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan de ditewînin. Ew ji bona civaka me sembol û navê berxwedanê ne, navê têkoşînê û azadiyê ne.

Ji demên borî bigre heta êrişên DAIŞ’ê hertim civaka me bi qirkirinê re, axa me bi dagirkirinê re; ol, bawerî, pîrozî û çanda me bi tûnekirinê re rû bi rû hatiye hîştin. Civaka me dan koçberkirin, komkujî pêkanîn, keç, zarok, jin û ciwanên me revandin. Gund û bajarên me talankirin; pîrozgehên me xirakirin. Xwastin tiştekî bi navê civaka me ser rûyê erdê nehêlin. Bi hişmendî û feraseteke vî rengî ser me de hatin. Li hemberî hişmendî û feraseteke wisa ya dijî mirovahiyê, têkoşîn dayîna meşandin helbet ne hêsan bû. Bi rastî jî di wan deman de berde derfetên têkoşîn û şerê rizgariyê dayîna meşandinê; derfetek ê jiyankirinê ji bo me nehatibû hiştin.

Bi taybetî li hemberî fermana sala 2014’an ya ku bi destê DAIŞ’ê ser civaka me de anîn de, di rewşeke bi wî rengî giran, zor-zehmet de, di nava wê bê derfetiyê de me weke civaka Êzidî di pêşengiya Seîdan, Berxwedanan, Dijwaran, Zerdeştan, Çeko û Agiran, Dîndaran, Berîvanan û Berfînan de me bi yek fikir û felsefeyê xwe bi rêxistin kir û me dest bi têkoşîna azadiyê kir. Bi yek armancê ve me şerê azadiyê da meşandin. Me bi wê îradeya xwe li kêleka Gerîlayên Azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hesabên dijmin tev têk birin û me rê neda ku xwe bigîhînin armanca xwe ya kirêt.

Ji roja destpêkê hetanî roja îro ev nirx û destkeftiyên hatine afirandin, bi berdêl dayînê ve hatine afirandin. Yek bosta vê axa kevnar nemaye ku xwîn li ser nehatibe rijandin. Helbet em ê di vê watê de bi gelê xwe yê berxwedêr ve van nirxan biparêzin. Ji ber ku van cangoriyên me ev nirx û têkoşîn bi vî rengî dewrî me kirin. Wesiyeta wan ew e ku em vê têkoşîna wan ya bi nirx bi gelê xwe re berdewam bikin. Ji bo wê jî eger di wan şert û mercên bê derfet de me karîbû xwe bi rêxistin bikîn, em di roja me ya îro de bi saya keda cangoriyên xwe hîn rehet dikarin xwe mezintir û bi rêxistin bikîn. Eger me karîbû dijminê mirovahiyê li ser vê axê binerd bikin, em dikarin îro jî tevahiya êrişên heyî têk bibîn, eger me karibû em di bê derfetiyê de derfet avabikin, em dikarin îro bi tifaqiyekî bedew ve têkoşîn bikîn. Ji ber ku em îro bi saya keda cangoriyên xwe yên qehreman gihîştîne vê astê. Em îro xwedî ew hêzin ku destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gelê me jî ser vî esasî baweriya xwe xurt bike, wan rojan jibîrneke û ji bo tolgirtina hemû cangorî û dilgirtiyên xwe têkoşînê mezin bike. Cangoriyên me, dilgirtiyên me, keç, zarok, dayîk, ciwan, bav û kalên me yên ku hêviya xwe dane me vê yekê ji me dixwazin.

Herwiha berdêl çi dibe bila bibe, li hemberî her cûre îxanet û xwe firoşiyê, her cûre êriş û zextan, li hemberî her cûre feraset û hişmendiya qirkeriyê emê berxwe bidin. Eger di roja me ya îro de bi teybetî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hişmendiya tolgirtina DAIŞ’ê ve carek din dixwaze axa me dagir bike. Li ser wî esasî êrişên xwe bi berfirehtir berdewam dike. Cardin bi destê xeta xiyanet û xwe firoşan ve dixwazin fermanên nû bi me bidin jiyankirin. Bi rêya MÎT û hevkarên xwe û bi şerê taybet ve êrişên derveyî exlaq didin meşandin û van êrişên xwe berdewam dikin. Ji bo wê jî her roj siyasetek, leyîstokek û hevpeymanên cûda ser civaka me çêdikin û dixwazin bi wî rengî xwe bigîhînin armanca xwe. Lê belê ev civaka kevnar çawa ku di sala 2014’an de li hemberî dagirkerî û qirkeriyê rabû û berxwe da, wê li hemberî dagirkerî û qirkeriyên nû bi mezintir berxwe bide. Di heman demê de wê xwedî li van nirx, destkeftî û keda xwe derkeve. Her wisa em soz didin cangoriyên xwe û gelê xwe, ser şopa wan egîdan em ê hesabê mezin ji xwefiroş, ji xeta îxanetê û sîxuriyê bipirsin. Ew kesên ku dibin hevalbendê wan û dibin amûrê wan wê derkevin pêşberî vî gelî wê hesap bidin gel û cangoriyên me. Soza me ji bo gel û cangoriyên me wê ser vî bingehê be.

Di şopdariya cangoriyên xwe ên ku xwe ji bo civaka me fedakirine de emê vê têkoşînê demildest bi serkeftinê re tacîdar bikin. Ser vî esasî em jî cangoriyên xwe yên destpêkê heta yên korîdora mirovahiyê, ji cangoriyên xwe yên 11 meha ku bi hemû hebûna xwe ve bi şev û roj di çeperên herî giran ê mehela bajar de têkoşînek bê hempa raberkirine û heta cangoriyên xwe yê dawiyê bi hemû hezkirin û rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Bi pêkanîna soza ku me daye hevrê û gelê xwe ve em ê têkoşîna wan a ku dewrê me kirine bigîhînîn serkeftinê.

Ser vî esasî em vê rojê di serî de li Rêber Apo, cangoriyên xwe, malbatên cangoriyan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku îro li çiyayên azad li hemberî dagirkeriyê destanên qehremanî û egîdiyê dinivîsin pîroz dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button