Çalakiya “Em hemû asayiş in” berdewam dike

Xelkê me çalakiya konê Berxwedanê bi piştgiriyek mezin didomîne. Çalakî li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi konê rûmetê pêktê

Çalakî li hemberî peymana di navbera Bexda û Hewlerê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û hêzên derve ku dixwazin pêkbînin pêktê. Daxwaza çalakvanan heman demî naskirina statuya Şengalê ye û heman demî ji bo piştgiriya hêzên Parastina xelkê me û Şengalê hatiye destpêkirin.

Ev çalakiya bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 77’an de ji aliyê meclis û saziyên me ve berdewam dike.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Welatiyên me diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Show More
Back to top button