‘Pêwîst e jinên êzidî li hemberî şerê taybet xwe bi rêxistin bikin’

Hevseroka PYD a navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo got; "Pêwîst e jinên Êzidî li hemberî plan û siyasetên ku li ser Êzidiyan tê meşandin di nava berxwedanê de bin"

Di demên dawî de bûyerên xwekuştina jinan di nava civaka me de zêde bûye. Li wargeha penaberên Êzidî ya li Dihoka Başûrê Kurdistanê 3 jinên ciwan bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anîn. Sedema xwekuştina jinên me hîn jî diyar nebûye. Derbarê mirinên bi guman ên jinan de lêpirsîneke berfireh jî nehatiye destpêkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo ji ajansa anha re axivî û got; “Pêwîst e jinên Êzidî li hemberî plan û siyasetên ku li ser Êzidiyan tê meşandin di nava berxwedanê de bin. Her wiha li dijî êrîşên şerê taybet xwe bi rêxistin bikin.”

Hevseroka PYD bal kişand ser bandora şerê taybet a li ser ciwanan û wiha pê de çû: “Şerê taybet ê ji aliyê desthilatdaran ve tê meşandin bandoreke pir xerab li ser jinan dike. Pêwîst e ji niha û pê de em hişyar bin. Ji bo ciwanan em baldar bin. Pêwîst e jinên êzidî ji bo maf û doza xwe têbikoşin û li hemberî şerê taybet xwe bi rêxistin bikin. Dewleta tirk dixwaze ewlehiya Şengalê têk bibe û Şengalê dagir bike. Li dijî van planan rêxistinkirin û têkoşîn girîngin. Xwekuştin ne çareserî ye. Em ê jî li dij hemû cureyên êrîşan li berxwe bidin û civaka xwe bi hêza ciwanên xwe ava bikin.”

Hediya Şemo bal kişand ser rewşa penaberiyê û bandora wê ya li ser derûniya ciwanan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kurdên Êzidî di gelek fermanan re derbas bûne û rastî gelek êrîşan hatine. Fermana dawî di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin. Di encamê de bi hezaran jin hatin binçavkirin, tecawizkirin û bi hezaran mirov jî neçarî koçberiyê bûn. Di vê dema dawiyê de 3 jinên ciwan ên êzidî li wargeha penaberên êzidî ya li Dihokê dawî li  jiyana xwe anîn. Helbet jiyana kampan jiyaneke zehmet e. Bi taybet ji bo ciwanan ev zehmetir e. Ji hemû aliyan ve bandoreke neyînî li ser derûniya ciwanan heye. Sedemên mezin hene ku ciwanan ber bi xwekuştinê ve dibe.”

Hediya Şemo di dawiyê de bang li tevahî ciwanên me kir ku bi riya perwerdeyê xwe ji fikrên xwekuştinê azad bikin û wiha dawî li nirxandina xwe anî:”Ji bo ku em rê li pêşiya van bûyeran bigirin, pêwîste em ji malbatê dest pê bikin ku li derd û êşên zarokên xwe guhdar bikin. Pêwîst e ciwanên êzidî jî xwe perwerde bikin û derfetên baş ji bo jiyaneke aram biafirînin. Bi riya perwerdeyan em ê rê li ber bûyerên xwekuştinê bigirin.”

Show More
Back to top button