‘Rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelek başe’

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê bi xwe jî piştrast kir ku rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelek başe û ew hewl didin pênaberên Şengalê vegerînin herêmên wan

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayek daxwuyaniyek da û diyarkir ku divê dosya penaberan tevlî berjewendiyên siyasî neyê kirin û got ku 28 hezar malbat di 16 wargehên li Dihokê de niştecih bûne û got; “Zêdetirî xwe xelkê Şengalêne, vegera ji bo Şengalê jî dewam dike.”

Wezîra Koçberan ya Iraqê balkêşa ser ewlekariya Şengalê û got; “Rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelek başe, tenê hinek mal xirabûyîne. Em bi komek rêxistinan re hewl didin Şengalê ava bikin û malên xirabûyî çêbikin.” Fayek bal kişand ser ku hemû xelkê me yê vegeriyaye Şengalê bi xwesteka xwe vegeriyane.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq serdana wargehên penaberan yên  Erbet û Aştî yên li herêma Silêmaniyê kir. Wezîra Koç û Koçberan di nav wargehan de geriya û guh da daxwazên penaberan. Êvan Fayeq piştî serdana xwe ya ji bo wargehan, li ser rewşa penaberan, vegera penaberên Êzidî ya ji bo warên wan, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Wezîra Koç û Koçberan Êvan diyarkir ku 28 hezar malbat di 16 wargehên li Dihokê de niştecih bûne û got; “Zêdetirî xwe xelkê Şengalêne, vegera ji bo Şengalê jî dewam dike.”

Wezîra Koçberan ya Iraqê balkêşa ser ewlekariya Şengalê û got; “Rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelek başe, tenê hinek mal xirabûyîne. Em bi komek rêxistinan re hewl didin Şengalê ava bikin û malên xirabûyî çêbikin.”

Êvan Fayeq di dewamê de got; “Penaber di rewşek xirab de jiyan dikin, pêwîste danûstandinek mirovane bi wan re were kirin. Ez rê nadim berjewendî tevlî dosya penaberan were kirin.”

Êvan derbarê penaberên wargeha Erbet de jî ragihand ku zêdetirî xwe penaberên xelkê Başûr û navîna Iraqê ne û got; “Heya niha 70 malbat vegeriyane, em hewl didin bi kesayetên Ereb yên li herêmê re pirsgirêka wan çareser bikin. Penaber bi xwesteka xwe vedigerin ser malên xwe, em ji bo vegerê wana neçar nakin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button