Meclîsa Gel a Sinunê civîna xwe ya salane lidarxist

Meclîsa Gel ya nahiya Sinunê, bi tevlîbûna endam û nûnerên saziyan civîna xwe ya salane lidarxist. Di civînê de bang li civaka Êzidî hate kirin da ku xwedî li axa xwe derbikevin û vegerin Şengalê.

Meclîsa Gel ya nahiya Sinunê ya ser bi Şengalê civîna xwe ya salane lidarxist. Di civînê de endam û nûnerên saziyan amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas di civînê de axivî û da zanîn êrişên dijmin ên ser Şengalê hîn dewam dikin, lê tevî hemû astengiyan kar û xebat jî dewam dike. Eliyas got ku divê hîn zêdetir kar û xebat were xurtkirin.

Eliyas di dewama axaftina xwe de got; “Li pişta me hêza me ya leşkerî heye û em jî di warê gel de kar û xebata xwe didomînin. Divê gelê me bi xwe bawer be, kes nikare îradeya me tine bike. Projeya niha ya li Şengalê dikare pêşî li fermanan bigre. Saziyên ku xwe weke mafê mirovan binav dikin, Neteweyên Yekbûyî, bi erkê xwe ranabin. Ji bo vegera gelê me ya ser xaka xwe, Rêveberiya Xweser a Şengalê karê xwe dewam dike. Em bang li tevahî gelê xwe dikin, berê xwe bidin Şengalê, li xaka bav û bapîrên xwe  xwedî derbikevin. Piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin û rêxistina xwe bi hêz bikin.”

Endamê Meclisa Sinunê Seydo Elî behsa lîstokên PDK yên li ser Şengalê kir û got; “PDK dixwaze di nava civaka Êzidiyan de pirsgirêkan derbixe, ji bo wê gelek kesên girêdayî xwe, rêxistinkirine daku li Şengalê tevliheviyan çêbikin. Divê gelê me divê mijarê de hişyar be. Karê me yê meclîsê dewam dike, em xizmeta gelê xwe dikin.”

Endamek din ê meclîsê Xelef Şengalî jî got; “Sinunê nehiyek mezine, lê Iraq ji bo me tiştek nake. Em weke meclis bê navber xizmeta gelê xwe dikin û wê ev karê me dewam bike.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button