Artêşa Iraqê hêzek mezin sewqî Şengal û derdora wê dike – Hate Nûkirin

Hêzeke mezin a artêşa Iraqê ya ji aliyê Mûsilê hatî, tevî hejmareke leşker, tank û obusan îro derbasî Şengalê û hin gundên derdora wê bû. Hêza artêşê xwe bi giranî li baregehên leşkeri bicih kirine û heya niha şer an jî pevçûn rûnedaye.

Îro di saetên nîvro heya saetên ber bi êvarê ve, li Şengalê liv û tevgereke berfireh a artêşa Iraqê çêbû. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin ev hêz ji Mûsilê ber bi Şengalê ve hatiye.

Di nav hêza ku sewqî Şengalê hatî kirin de, hejmareke zêde ya leşker, tank, obus û wesayîtên zirxî hene.

Ev hêza ku ketiye Şengalê bi giranî li baregeh û noqteyên leşkeri yên artêşa Iraqê bicih bûne. Beşeke ji vê hêza leşkeri li baregeha artêşê ya navenda Şengalê xwe bicih kiriye. Her wiha beşek ji vê hêzê jî li xeta gundên Sikêniyê û Heyalê ku dikeve başûrê Çiyayê Şengalê bicih bûne.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin, hêzeke artêşê jî tevî çek û cebilxaneyên xwe çûye ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê.

Li gel vê liv û tevgera artêşa Iraqê, heya niha tu êrîş an jî şer û pevçûn derneketiye. Hêza artêşê xwe li noqteyên sabit ên leşkeri bicih kirine.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button