Hevserokê PADÊ: Divê civaka Êzidî dijî pêkanînên Kazimî dengê xwe bilind bikin

Hevserokê PADÊ Emer Salih destnîşan kir ku Êzidiyên li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dane û axa Iraqê parastin, îro bi ‘Madeya Terorê’ têne darizandin û vê peyamê da: “Hikumeta Iraqê bi keda van mirovan karî carek din vegere Şengalê, divê civaka Êzidî dijî van pêkanînan xwedî helwest bin û dengê xwe bigihînin cîhanê.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê di demên dawî de zêde bûne, dewleta dagirker a Tirk bi taybet pêşengên civaka Êzidî dike hedef. Bi taybet di demên Hikumeta Mistefa Kazimî ji bo tirsandina civaka Êzidî û Rêveberiya Xwser, madeya 4’emîn wekî ‘Madeya Terorê’ ku weke madeya terorê tê zanîn, li dijî pêşeng û ciwanên Êzidî weke çekek bikartîne. Êzidiyên ku bi berxwedana xwe DAIŞ’ê şikandine û xaka Iraqê spartine, niha bi madeya terorê têne darizandin.

Derbarê siyaseta Hikuma Kazimî û êrişên dijî civaka Êzidî, Hevserokê PADÊ Emer Salij ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kir. Emer Salih destpêkê behsa madeya 4’an kir û got; “Ev made ji bo kesên komkujî û ferman pêkanîne hatiye derxistin, lê îro ev made li dijî Êzidiyên ku dijî DAIŞ’ê li ber xwedane û Şengalê ji fermanê parastine, tê bikaranîn.

Salih bertek nîşa pêkanînan da û wiha pêde çû; “Ev mirovên ked dane, bi hezaran mirov ji fermanê xilaskirine, bi hezaran mirov ji êrişên DAIŞ’ê parastine, lê îro navê wan di lîsteya terorê deye. Hikumeta Iraqê ji van mirovan re dibêje, ev ‘terorin’. Hikumeta Iraqê bi keda van mirovan karî carek din vegere Şengalê. Bi berxwedana van mirovan îro ala Iraqê li Şengalê radibe. Em qebul nakin pêşengên civaka Êzidî bi madeya terorê werin sucdarkirin, gelo ev êriş ji ber çi çêdibin? Ma ku serweriya Iraqê hebûya, wê ev êriş çêbibin? Dewleta Tirk êrişî pêşengên civakê dike, Iraq jî van pêşengên gel qebûl nake. Zextên dewleta Tirk û PDK’ê li ser Iraqê heye, kesên dimeşin jî bi madeya 4 têne sûcdarkirin. Başe ev mirov kê kuştine, ma talanê kê kirine?”

Hevserokê PADÊ Emer Salih got ku ma Hikumeta Iraqê li ser kesên ku êrişî Şengalê kirine û bihezaran kes kuştine, ev made bikaraniye? Salih da zanîn ku ji bo çi madeya 4 li hemberî kesên rê li ber fermanan digrin, tê bikaranîn?

Emer Salih diyarkir ku bi hezaran DAIŞ bi awayek fermî û di bin hîmaya Hikumeta Iraqê de derbasî xaka Iraqê têne kirin û got; “Naxwazin civaka Êzidî bibe xwedî biryar û bawerî. Li ser gelê me yê Şengalê hikumeta Iraqê siyaseteke qirêj dimeşîne. Ewqas şehîdên me çêbûn, rojekî Iraqê tiştek negot. Civaka Êzidî, wekî parçeyek ji gelê Iraqê hesab nakin.”

Emer Salih herî dawî bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî van êrîşan tifaqa xwe pêş bixin û ev hişyarî kir: “Niha navê sedan kes hene belkî navê bi hezaran Êzidî bixin van lîsteyan û biçin dadgehan. Eger Êzidî dengê xwe negihînin cîhanê, Êzidî di xeteriyê de ne. Êzidiyên ku li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dane, wê ew Êzidî bi navê terorê werin darizandin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button