Jinên Şengalê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê em têkoşîna xwe bilind bikin 

Jinên Şengalê diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirina hemû mafên mirovî ye û wiha gotin: “Em bi saya fikirê azad yê Rêber Apo hene.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’yê Sibata 1999’an de, di encama komployek navnetewî de hat dîlgirtin, radestî dewleta Tirk ya dagirker hate kirin ku 24 zêdetirin di girtîgehek yek kesî ya Îmraliyê de di bin tecrîdek sîstematîk û giran de tê girtin.

Herwiha 27 mehin ji ber qedexeya dewleta Tirk ya faşîst, hevdîtinên malbat û parêzeran bi Rêber Ocalan re nayên kirin û di derbarê rewşa wî de tu agahî nayên girtin. Li dijî van kiryar û pêkanînên dewleta Tirk ya dagirker heta niha bi sedan kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatine ragihandin û tê de banga azadiya wî hatiye kirin. Derbarê tecrîda girankirî ya ku ev 24 sal zêdetirin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşanin jinên ji Şengalê ji Rojnews’ê re axivîn.

Jina bi navê Emşê Korkorkî derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Ev 24 salin Rêber Apo di nava çar dîwaran de tê girtin pêwîste em jî weke dayikên Şengalê têkoşîna xwe bilind bikin da ku em Serokê xwe azad bikin. Divê her jinek xwe perwerde bike û bibe xwedî hêz û îrade da ku em Rêberê xwe rizgar bikin. Ji bo em bikaribin azadiya fîzîkî ya Serokatî bi dest bixin, divê em fikir û ramanê Serok li her deverê cîhanê belav bikin.”

‘Gava jin azad bibe wê civak jî azad bibe’

Emşê Korkorkî di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya bilindkirina têkoşînê û wiha pêde çû: “Ji ber ku fikirê Rêberê, me fikireke azade û parêzvanê hemû gelên bindeste, lewma dijmin wî fikrî li ser xwe xeterî dibîne û nahêle hevdîtin bi Serok re çêbibe. Têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê li Şengalê were kirin, divê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Gava jin xwe di fikrê azad de xurt bike û xwe azad bike, wê demê dikare civakê jî bi xwe re azad bike.”

Emşê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tiştê herî girîng ji bo me jinan ewe ku em xwe li ser fikirê Rêbertî perwerde bikin û xwe bi hêz bikin da em karibin rola xwe di pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bileyzin. Ger jin nebe xwedî hêz, îrade û seenekî xurt wê nikaribe pêşengtiya civaka xwe jî bike. Ji bo wê dibêjim pêwîste her jinek xwe li ser fikirê Serokatî pêş bixe. Hêvî û daxwazê min ji jinan ewe ku her roj xwe bi rêxistin û perwerde bikin.”

‘Bi saya Serok Apo em hene’

Jina ciwan ya bi navê Nahîde Xelîl jî diyar kir ku wê fikrê Rêber Ocalan li her deverê cîhanê belav bikin û wiha axivî: “Ev demeke dirêje ku Rêber Apo di zîndanê de dîl hatiye girtin û her kes vê yekê baş dizane Rêber Apo ji ber fikrê wî yê azad di nava girtîgehek weke Îmraliyê de tê ragirtin. Dijmin jî pir baş dizane her peyvek ji Îmraliyê derbikeve, ewê bi têkçûnê re rû bi rû werin, lê heta em hene emê fikirê Rêbertî li her deverê cîhanê belav bikin. Erka me jinan jî ewe, em gelê xwe perwerde bikin û rêxistina xwe xurt bikin. Ji ber yê ku piştevaniya me jinan kir Rêber Apo bû, ji bo wê jî ger Rêbertî nebûya em jin jî wê tûne bûna.

Nahîde Xelîl her îdawî bang li gelê Kurd kir û wiha anî ziman: “Hêvî û daxwaza min ji gelê me ewe ku li ber tecrîda heyî bê deng nemînin û bi tevahiya hêza xwe dengê xwe bilind bikin.”

MEDYA HESEN-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button