Li Iraqê pêvajoya diyarkirina hejmara namzetan destpê kir

Li seranserî Iraqê pêvajoya diyarkirina hejmara nazmetên hilbijartina pêşwext û nasandina namzetan li ser forma dengdanê destpê kir

Li Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were. 267 partî û hêzên siyasî ji bo tevlî hilbijartinê bibin serlêdan kirine. 44 hevpeyman pêk hatine. Wê li ser 329 kursiyan pêşbaziyê bikin.

Li seranserî Iraqê îro di saet 10.00’an de pêvajoya diyarkirina hejmara nazmetên hilbijartina pêşwext û nasandina namzetan li ser forma dengdanê destpê kir.

Ji bo hilbijartinê 3 hezar û 532 kes bûne namzet. Hezar û 200 kes namzetên koalîsyonan in. Hezar û 643 kes namzetên partiyan û 887 kes namztên serbixwe ne.

Li gorî madeya 49 a Destûroa Iraqê, di hilbijartinê de sîstema kota heye. Divê ji sedê 25’ê endamên parlamentoyê ji jinan pêk were. Divê hilbijartinê de 963 namzet jin in.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button