YJŞ: Emê ji bo statûya Şengalê têkoşînê bilindtir bikin

Yekîneyên Jinên Şengalê: “Em soz didin hevalên me yên di oxira azadiyê de şehîdbune, bîranînên wan bidin jiyankirin. Bi her awayî emê berxwedana ji bo statuya xweser a Şengal’ê dewam bikin û soza bilindkirina têkoşînê didîn.”

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê bi boneya 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

 “Hezên komploger yên navnetewî, taybet bi mohra dewleta Tirk û bi destê PDK, DAIŞ’ê, di 3’yê Tebaxa 2014’an de qirkirinek herî mezin li ser me Êzîdî ya pêşxistin. Em vê qirkirinê bi hemû hêrsa xwe û sonda tolhildanê ve şermezar dikin û ew gelê me yên ku di vê fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîrtînin. Ji bona vê qirkirinê vala derxînin şehîdên ku bi canê xwe têkoşiyane û bi vî rengî pêşiya komkujiyek mezin girtine, em wan şehîdan bi minetdarî bi bîrtînin û li hember rastiya wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Dîsa rênîşana xwe ya mezin ve ku me ji vê qirkirinê parast, ji Rêber APO re em silav û heskirinên xwe pêşkeş dikin. Şervanê azadiyê yên ku di rizgarkirina Şengalê de rola herî mezin lîstin, ji HPG, YJA STAR re û yên ku korîdora azadiyê vekirin ji YPG û YPJ’ê re em spasiyên bê dawî pêşkeş dikin û ew rêhevalên xwe yên azadiyê silav dikin.

Herî zêde jin hatin hedefgirtin

Erdnîgariya Şengalê cihê çanda herî qedîm ya mirovahiyê ye. Baweriya herî resen, herî pîr û pak di vê cih û war de pêşketiye. Dîsa ev der sparteka nasnama jinên jîr û zane ye. Di çanda Stiya Nîsra, Xatuna Ferxa de jinên weke Zarifa Osê, dayê Gewrê, Bêrîvan û Nazê derketin. Îroj jî nirxên çandî, nirxên dirokî herî zêde di şexsê jin de tê parastin. Loma ew kesên xêrnexwaz ewqas êriş tîne li ser vê axa pîroz û taybet li ser jinan. Gava mirov lê meyze dike di fermanan de herî zêde jin tê hedef girtin. Pêwîstî dibînin ku, tişta jin di nava xwe de diparêzîne tahrip bikin û tine bikin. Ji bona wê jî em pir rihetî dikarin bibêjin ev êriş ti carî li ser mijarên rojane pêş neketiye. Sedemên xwe yên dîrokî hene. Bi giştî tişta ku tê hedef girtin hişê civaka xwezayî ye. Lewma di hemu fermanan de armanca sereke ev bu ku di şexsê jinê de çand, exlaq, dîrok, ziman, bawerî û tinekirina gel û ola Êzidxanê bû. Ji ber vê jî, mexduriyeta qirkirinê herî zêde keç û jinên Êzidî jiyan kir. Hem bedena wan di bazarande hatiye pêşkêş kirin, hem jî li ber çavên xwe mirina zarokên xwe dîtin. Bi destdirêjiyê re rûbirû man, rêka penaberiyê de êş û azara herî mezin jiyan kirin. Li ser vê xaka pîroz talan û dagirkeriya herî bi qirêj dîtin. Ji ber vê yekê ev komplo despêkê komploya li ser jin bû. Destdirêjiya hate kirin tenê bedena jin nebu. Heman demê li wê derê tenê jin nehate desteser kirin. Di şexsê jin de, destdirêjî û desteserkirina pêşeroja civaka Êzîdî hate kirin.

Li Şengalê roj hilat

Lê tevî fermanek ewqas dijwar vê carê di Şengalê de roj hilat. Vê carê ji fermana hesabek pir mezin hate xwestin. Bi fikir û ramana Rêber APO ve kesên dildarê azadiyê me nas kire. Lê ew kesane, ne tenê dildarê azadiyê bun di heman demê de ew cangoriyên azadiyê bun. Avabuna YBŞ û YJŞ’ê li ser  bingeha vê beşdarbunê derket holê. Em ji berxwedanî, sekin û ji jiyana Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mardîn, Nujiyan Erhan, Gûlçîn Rojhilat, Gîvera Sûleymaniye, Canpolat Kobanî û Newroz’an bandorbûn. Ji ew rastiya berxwedaniyek pir mezin û xwedî derketina me Êzidî’ya, em pir pê bandor bun. Ji ew kesayetên mezin û giran biha me hêz û moralek mezin girt. Me giştî mirovên azad û taybet sekna jina azad di kesayeta wan de dît û me ji vê rastiya îlham girt. Ji ber bingeha YBŞ û YJŞ li ser ev nirxên pîroz ava bu ye kes nikare ev hêza me têk bibe.

YJŞ hêza parastinê ye

Me rastiya Şengal’ê de dît ku parastina cewherî ger ku nîn be hem wek jin, hem jî wek civak emê her tim bi fermana ve rû bi rû bimînin. Taybet me dît ku gava jin parastina xwe bixwe neke di vê hêlê de bendewariyên hindekî dîtir bike heta yê herî nêzî xwe ve bihêle çiqas xeterî û  kêmahî  dide avakirin. Li ser vî bingehî me hêza xwe ve rêxistinbûna YJŞ’ê avakir. Li hemberî fermanan ji bo em bisekinin me îddîaya xwe ya azadiyê mezinkir û li hember wehşeta ku ser civaka me tê ferz kirin wek bersiva jinên Êzîdî me rêxistina xwe avakir.

Gefa qirkirinê dewam dike

Lê tevî hemu destkeftiyên me mixabin gefa qirkirinê û siha dagirkeriyê me hîna jî, li ser vê xaka pîroz ne avêtiye. Hîna jî polîtîkayên qirêj li ser Şengal’ê tê meşandin û tê xwastin ku qedera vî gelî ji aliyên hêzên derve de were diyar kirin. Axa Êzîdiyan dikin mijara bazarê. Komploya 9’ê Cotmehê li ser vî esasî hate mohr kirin, bû bernîşana vê ya herî vekirî. Dîsa li pey hev qetilkirina pêşengên giran biha, Seîd Hesen, Dijwar Feqir, Azad Qiranî, Amargi, şehidên nexweşxana Sikinîyê û meclisa Sununê li ser vê esasê bû. Hemu jî ji bo destkeftiyên Şengalê têk bibin dikevin meriyetê. Wisa diyare ku heta  ku statuya Şengalê a fermî neyê qebûl kirin wê komployên li ser Şengal’ê berdewam bikin. Me di rastiya Şengalê de dît ku bê parastin, bê rêxistin û herî girîng ji bê zanebun civakê herdem bi qirkirina ru be ru dihêle.

Êriş bi fikarin

Di vê dawiyê de êrişên dewleta Iraq li ser Şengal’ê jî pir bi fikar e. Ev rastî ji milê me ve destgirtin û hewldanên nu dixwaze. Li beramberî nenaskirina vîna Êzîdiyan elbet sekna heval Faraşîn û heval Şervan pêwîste. Lê belê ev rastî baş bê zanîn ku, çi dibe bila bibe li beranberî kê dibe bila bibe emê deskeftiyên xwe biparêzin.

Bersiv rêxistinbûyîne

Dîsa di vê dawiyê de êriş, komployên PDK’ê, hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk bi taybet jî pevrebuna wê ya faaliyetên MÎT’ê pir balkêşe. Şuna ku ji gelê me re û jinan re lêborîna xwe bixwaze berovajî wê bi polîtîkayên qirêj ve dixwaze li ser vê erdnîgariyê  hakîmiyet avabike û vê axê pêşkêşî hindek hêzên dagirker bike. Ji ber vê em vê rastiya baş dizanin ku; li ser vê axa pîroz kêliya ku têkoşîn pêşnekeve ewê ji hevkaran re, hêzên ku siyaseta berjewendiyê dimeşînin û kevneşopiyên dewletên dagirker re  bingeh ava bike. Li hember nêzîkatiyên îmha û înkarkirinê bersiva herî mezin ewe ku, gelê me yê Êzîdî di milê leşkerî û siyasî de rêxistinbuyîna xwe mezin bike û rêveberiya xweser ava bike.

Bê guman têkoşîna ku pêşketiye Şengal ne Şengal’a berê ye. Guhertinên pir girîng û cîdî pêş ket. Jinên ku duh di nav lepê qirkirinê de bun îro hişyarbuyînekî mezin jiyan dikin û bun xwedî îrade û ketin nava lêgerîna azadiyê. Şuna fermana mirinê, îroj sonda jiyana azad pêş ketiye. Li hember fermana ku pêk hatiye xeta têkoşîn, jiyan û berxwedaniyê hatiye avakirin.

Carek dinê em soz didin ku, hevalên me yên di oxira azadiyê de şehîdbune bîranînê wana emê bidin jiyankirin. Bi her awayî berxwedaniya ji bona statuya xweser a Şengal’ê em amadene û soza bilind kirina tekoşînê didin. Bê guman tişta ku hate ser serê me ticar ji bîr nabe û ew êş û azara ku me dîte ewê bibe hêrsa tolhildana mezin. Li beranberî esaret û wehşeta ku tê meşandin pêngava azadkirina Şengal’ê ewê bibe bersiva jina azad.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button