DAIŞ’ê ji nêzî cihê pêşmergeyên PDK’ê şivanekî revandin

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Mexmûrê, 300 metre dûrî hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê ser kargehekî de girtin û paşê şivanekî Kurd ê bi navê Hekîm Îsmaîl revandin

Şevê din di derdora saet 10.30’ê şevê de komek çeteyên DAIŞ’ê ser kargeha gêç a Mexmûrê de girtin. Li gorî agahiyên ku berpirsekî pêşmergeyan ê bi navê Xazî Feysel li mîhwera Mexmûrê daye malpera Sharpress’ê, di dema serde girtina kargehê de şivanek Kurd ê bi navê Hekîm Îsmaîl revandine û berbi çiyayê Qereçoxê ve birine.

Li gorî nûçeyê ew cihê ku çeteyên DAIŞ’ê serde girtine û şivan revandine, tenê 300 metre ji hêzên pêşmerge yên ser bi PDK’ê û hêzên artêşa Iraqê dûr bûye.

ROJNEEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button