Wezareta Tenduristiyê bîlançoya şewata Zîqarê eşkere kir

Li gorî bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di encama şewata li nexweşxaneya koronayê ya Zîqarê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ZÎQAR

Li parêzgeha Zîqar duh li Nexweşxaneya El-Îmam Hisên ku nexweşên Korona têde bûn, şewat derket. Bi destpêkirina şewatê re hêzên agirkujiyê mudaxele kirin, lê ji ber şewat dijwar bû, zehmetî kişandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bîlançoya şewatê eşkere kir.

Li gorî bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di encama şewata li nexweşxaneya koronayê ya Zîqarê 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku hîn nasnameya 21  kesan nehatiye diyarkirin û ji bo diyarkirinê kar dikin.

Heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn. Ji bo lêkolînkirinê komîsyonek hatiye avakirin.

Herwiha hinek berpirs ji kar hatine dûrxistin û binçavkirin.

Ji berî niha hatibû îdiakirin ku di şewatê de 92 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button