TAJÊ: Em ê li dijî komployê têkoşînê mezintir bikin

TAJÊ komploya navneteweyî di salvegera 23’an de şermezar kir û got, “Weke jinên ku êş ji faşîzmê kişandine, em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê mezintir bikin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ ragihand ku şervanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema fermanê de dema ku civaka wan ji qirkirineke mezin rizgar kir, wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirine.

‘Kes nikare roja me tarî bike’

TAJÊ diyar kir ku 23’ê sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên gelekî zehmet de di zindana Îmraliyê de dîl hatiye girtin û got: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî komploya navdewletî ya ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin a ku dikeve sala xwe ya 24’an de şermezar dikin. Ev 23’ê sal in Rêber Apo di bin şert û mercên gelekî zehmet de di zindana Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Em di serî de berxwedana Rêber Apo bi germahiya dilê jinên Êzidî silav dikin. Em hemû şehîdên çalakiya ‘kes nikara roja me tarî bike’ bi bîr tînin  û bejna xwe li hember berxwedanî û xwedîderketina wan a li Rêbertî ditewînin.”

‘Bi saya Rêber Apo me civaka xwe nas kir’

Di berdewama daxuyaniyê de TAJÊ da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1978’an heta roja îro bê navber têdikoşe û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji sala 1978 heya niha bê navber tekoşîn û berxwedaniyeke qehremanane nîşan daye. Rêber Apo bi tekoşînekî ku digihîje nîv serdemekî gelê Kurd, Ezidî, Ereb û heya gelen derveyî rojhilata navîn jî ji xewa kolatiyê şiyar kir. Rêya jiyana azad nîşanî me da û rêya gihîştina xwebûnê ji mere ronahî kir. Em weke Tevgera Azadiya Jinê Êzidî bi qehremaniya şervanên Rêber Apo dema me ji qirkirinekî mezin rizgarkirin, me Rêber Apo nas kir. Weke civaka Ezidî me heya niha kesekî weke Rêberê xwe pênase nekirye. Lê belê dema me Rêber Apo nas kir me azadî naskir, me rastiya Êzidyatiyê naskir, me jin û cewhera wê ya ku bi hezaran sala hatibû kolekirin naskir, Rêber Apo bi firk û ramanê xwe yên azadi bû Rêberê me û em wî weke Rêber xwe pênase dikin.”

‘Me xwe ji xweliya xwe ava kir’

TAJÊ destnîşan kir ku bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew bûn evîndarên azadiyê û wiha dom kir: “Ji bo gihandina evîna xwe, Rêber Apo rê û rêbaza tekoşîna wê fêrî me kir. Weke civaka Ezidî em rû bi rûyê gelekî qrikirinên hov hatibûn, 73 ferman hêviya azadiyê û xwebûnê di me de kuşt. Lê ronahiya Rêber Apo me ji tarîtiya bê dawî rizgar kir. Taybet weke jinê Ezidî ku hemû cureyên şîdetê re rû bi rû man, hêz, vîn û îradeya me pûç bi bû. Lê belê piştî ferman 3’ê Tebaxa sala 2014’an de Rêber Apo li ser axa Şengalê tovên hêviya jiyanekî nû a azad çand û em xwedî li wî tovî derketin. Me weke  Jinên Ezidî vina tekoşînê ji Şervanên Rêber Apo yên weke Bêrîtan û Zîlan, Sema û Bêrîvanan girt, me xwe ji xweliya xwe ava kir.”

‘Komploger li hemberî berxwedana Rêber Apo binketin’

TAJÊ diyar kir ku komploger li hemberî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binketine û ev tişt got: “Rêber Apo êdî bû Rêberekî cîhanî. Çawa ku kes nikare ronahiya rojê binixumîne, kes nikare vê rastiyê jî veşêre. Rêber Apo vîn, hebûn û azadiya civakên bindest û demokratîk dixwaze. Bi milyonan mirovan li qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Ev asta ku civak gihîştiyê, hêza desthilatdar ê aqilyeta tunekirina gel û baweriyan tirsand. Lewma ev 23’ê sal in li ser Rêber Apo tecrîdekî girankirî derveyê qanûnên mirovahî tê meşandin. Lê ev hêzên faşîst jî dizanin ku êdî li hember berxwedaniya Rêber Apo binketine. Hêzên komploger bi pilanên xwe yên qirêj nekarîn li hember hêz û îradeya Rêber Apo biserkevin, lewma van hêzan xwestin armanca xwe ya komplo bi qirkirina gelê Kurd û azadîxwaz bighînin serî. Lê ev yek jî pêk nehat û nejî pêk tê. Civaka ku carekî hestên azadiyê jiyan kir tu car nikare gav paşde bavêje.”

Bi domdarî TAJÊ, wiha got: “Rêber Apo dixwest rojekî hespê boz siwar bibe û di deşta Mûsilê de li ser wê hesbê bazde. Ev deşt, deşta avabûn û belebûna mirovahiyê bû, lê bi pilanên sistematik bereket û cewhera vê axê jê hat dizîn. Rêber Apo jî dibêje ji bo peydakirian azadiyê lazime em ji cihê ku jê hatiye dizîn dest pê bikin. Em jî weke civakekî ku li ser vê axê jiyan dikin di lêgerîna azadiyê de ne. Lê ev azadî wê bidest nekeve heya ku em Rêberê xwe ji nav çar dîwarên tecrîdê de derxînin.”

‘Em ê têkoşînê mezin bikin’

TAJÊ bilêv kir ku mirovahî hemû deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi van hevokan dawî kir: “Pêwîste em vî deynê xwe bi cih bînin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo serarastkirina dîroka hatî berovajî kirin ji bo tevahî mirovahiyê şenseke mezine. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Ezidî soz didin Rêberê xwe, soz didin jinên ku ji faşîzmê êş û azar jiyan kirine, di salvegera 23’emîn ya komploya li hember mirovatiyê hatiye kirin em ê tekoşîna xwe mezintir bikin. Her mirovekî xwe bi demokrasî, edelet û azadîxwaziyê pênase dike lazime ji bo tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwedî helwest û seknekî radîkal be.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button