Rîham Hico: Divê em jî di dadgehkirina DAIŞ’ê de amade bin

Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Rîham Hico der barê biryara Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina DAIŞ’yan de nirxandin kir û piştgiriya jinên Êzidî ya ji bo vê biryarê diyar kir.

Şengal – Biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo darizandina  çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê ket rojevê. Civaka Êzidî ya ku di fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ji destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û windahî dan heya niha her dem li benda darizandina sûcdarên fermanê ne.

Li ser mijarê Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Rîham Hico nirxandin kir û got: “Em weke jinên Êzidî piştgiriyê didin vê biryarê û divê em bi xwe jî di van dadgehan de de amade bin.”

‘Metîrsî hê heye’

Rîham Hico di destpêka gotinên xwe de qala metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya di roja îro de kir û wiha got: “Ev nêzî 10 salan e çeteyên DAIŞ’ê bûne belaya ser cîhanê. Tevahî êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne bê ceza mane, ji ber ku ew projeyeke navdewletî bûn, hêzên hegemon ên cîhanî destek didan ku her kes dizane yek ji wan jî dewleta Tirk e. Plana dagirkirina Kurdistanê her wiha tunekirina kêmaran hedefa wan e. Weke civaka Êzidî li ser vê axê herî zêde em bûn qurbaniyên van êrîşan. Hê jî birînên me yên fermana ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan bi serê me de anîn nekewiyane û xetera van çeteyan li ser civaka me tune nebûye. Rast e hêza wan hat şikandin, deverên di destên wan de hatin rizgarkirin lê hê jî şaneyên wan ên razayî hene li Iraqê li welatên derve li Başurê Kurdistanê û weke mînak li Kampa Holê hê şaneyên wan ên veşartî hene. Ev tev ji bo civaka me metirsî ne. Ev metirsî di heman demê ne tenê li ser me li ser tevahî cîhanê ye li ser Rojavayê Kurdistanê, li ser Şengal, Iraq û Başurê Kurdistanê bi xwe jî heye.”

‘Divê hêzên cîhanî bi erka xwe rabin’

Rîham Hico ya bal kişand erk û berpirsiyariya hêzên navnetewî ya di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de, got divê ew jî bi erka xwe rabin û wiha domand: “Weke civaka Êzidî em dibêjin divê çareserî ji van malbatên DAIŞ’yan ên li Kampa Holê re bê dîtin em dizanin ji 60 welatan bêtir hemwelatiyên wan ên DAIŞ’ î hene divê ji bo wê tevahî cîhan destên xwe bixe bin kevir. DAIŞ’î ji kîjan welatan bin divê ew welat hemwelatiyên xwe bibin û ji bo ev hişmendî bê guhertin zarokên wan perwerde bikin ên sûcdar jî bidarizînin ji ber ku ger ji bin hakimiyetê derbikevin wê êrîşên xwe yên tund bibin ser her deverê bi taybetî  jî bibin ser civaka me ji ber ku ew me kafir dibînin ji bo wê li dijî me bi kîn in.”

‘Em jî piştgiriyê didin vê biryarê’

Rîham Hico bal kişand ser biryara Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo darizandina DAIŞ’iyan û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya vê jî bang li welatên cîhanê kir ku bi dadgeheke navneteweyî van çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne û cîhanê ji vê tehdîdê rizgar bike lê ew welat bêdeng man hinek ji wan weke formalîte hejmarek zarok û çeteyên DAIŞ’ê birin lê hejmara wan gelek kêm bû. Ji bo wê îro Rêveberiya Xweser bi xwe biryar dide ku wan çeteyan bidarizîne ev biryareke rast û di cihê xwe de ye. Em jî weke civaka Êzidî li gel vê biryarê ne û em jî divê di wan dadgehan de amade bin.”

‘Divê tu hêz ji biryarê re nebe kelem’

Rîham Hico bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Divê tevahî cîhan rast nêzî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe û nebe kelem ji ber ku ji bo tevahî mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Ne demek direj e ku me tevan bi çavên xwe dît çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk xwestin di girtîgeha Sînea ya Hesekê de îsyanê derxin û tevahî girtiyan berdin, bikin bela serê Rojava û tevahî herêman lê ji bo rê li vê xeteriyê bê girtin bi sedan şehîd dan. Ger ku çete bi ser biketana wê şane li tevahî herêman belav bibûna. Divê tevahî hêz di cidiyeta vê pirsgirêkê de bin.”

‘Tirkiye qibleya DAIŞ’ê ye’

Riham Hico diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara xwe da ku çeteyan li pêş çavên cîhanê bidarizîne, bênavber dewleta dagirker a Tirk êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir û wiha domand: “Armanca dewleta tirk rizgarkirina çeteyên DAIŞ’ê ye. Ji bo wê tevahî herêmên weke Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên ku dewleta Tirk dagir kiriye malbatên DAIŞ’iyan bi cih dikin. Jinên Êzidî yên ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibûn digotin zilamên ku me bi wan re dabûn zewicandin ji me re digotin em ê biçin Tirkiyeyê. Ev tê wateya ku çeteyên DAIŞ’ê Tirkiyeyê ji xwe re weke qible dibîne ji ber ku Erdogan bavê wan e di her warî de wan xwedî dike. Dewleta Tirk naxwaze ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin ji ber ku ger bên darizandin wê dewleta Tirk jî bê darizandin. Her wiha wê li ser erdê piştevanên dewleta Tirk nemînin, nikaribe wan ji xwe re bi kar bîne.”

‘Ji bo cîhan ji vê metirsiyê rizgar bibe divê ev biryar were pêkanîn’

Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico di dawiya gotinên xwe de bi van hevokan peyama jinên Êzidî ragihand: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em bi vê biryarê re ne ji ber ku herî zêde me êş ji destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan kişand ji bo wê em piştgiriya xwe ji bo vê biryarê didin diyarkirin. Em naxwazin kesên ku ferman bi serê civaka me de rakirin bê ceza bimînin û gelê me û tevahî cîhan bi vê tirsê bijî. Divê her kes ji bo darizandina van çeteyan bibe xwedî rol ên ku rola xwe bi cih neynin tê wateya ku hevkarên çeteyên DAIŞ’ê ne.”

NÛJÎN ÊZIDÎ-NUJİNHA

Show More
Back to top button