Li Şengalê pêşbirka bezê pêkhat 

Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkeke bezê hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkeke bezê hat lidarxistin. Pêşbirka bezê ya ciwanên Şengalê ji çerxerêya Borik heya Seytereya Asayîşa Êzîdxanê a Şehîd Qasim dewam kir.

Di pêşbirkê de tevî jinên ciwan 112 kes beşdar bûn.

Beşdarvan ji tevahiya gund û navçeyên Şengalê , Başûrê Kurdistanê, Zaxo û Dihokê cihê xwe di pêşbirkê de girtin û bi qasî 5 km beziyan.

Piştre ji aliyê Yekitiya Ciwanên Şengalê û Malbata Fermandarê YBŞ’ê Şehîd Zeredeşt Şengalî ve kesên serkeftî hatin xelatikirin.

Di pêşbirkê de jina ciwan a bi navê Wefa Fano û  ciwanê ji pêkhateya Şîe Eda Abdullah pileya yekemîntiyê bidest xistin.

Yekemînê pêşbirkê Eda Abdullah têkildarî beşdariya wî a di pêşbirkê de axivî û got : “Ez ji Başûrê Kurdistanê beşdar bûme, ji mere cihê kêfxweşiyê ye ku careka din piştî ewqas zehmetiyên  xelkê Şengalê dîtine, em dibînin jiyan li Şengalê vedigere û pêşbirkên wisa ji bo ciwanên Şengalê pir giringe.”

Ciwanê bi navê Îmen Ebdo jî got : “Ev  pêşbirk pir kêm li Şengalê tên lidarxistin, em daxwaz dikin bêtir  giringî bi van pêşbirkan bê dayîn.”

Herwiha ciwanê bi navê Nadim Nayîf jî da diyakirin ku ew kêfxweşin ji ber beşdarî pêşbirkê bûye û got: “Piştî vegera xelkê ewqas ciwan li  hev kombûne, ev me kêfxweş dike. Ev pêşbirk dibe sedem ku  em ciwan hev nasbikin ji ber ku ji gelek cihên Şengalê û Başûrê Kurdistanê ciwan jî beşdar bûne.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button