‘Êzidiyan xwe bi fikrê Rêber Apo parastin, ji bo wê tecrîdê giran dikin’

Êzidiyên ji komelgehên Guhbel û Zorava balkêşan ser têkiliya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermana li ser Êzidiyan û gotin; “Dixwestin civaka me tine bikin, lê me bi fikrê Rêber Apo xwe parast, ji ber vê rastiyê zextê li ser Rêber Apo giran dikin û tecrîdê kûr dikin.”

Zêdetirî du salin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî nayê wergirtin û rewşa wî ya tenduristî nayê zanîn. Herî dawî di 26’ê Hezîranê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxuyaniyeke balkêşa ser tecrîdê û bang li hikumet û Wezareta Dadê kir da ku dawî li tecrîd û êşkeneceya li ser Rêber Abdullah Ocalan bînin.

Civaka Êzidî jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin, bi taybet bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an têkiliya tecrîda li ser Rêber Ocalan û fermana li ser Êzidiyan zêdetir tê nîqaşkirin. Êzidiyên ji komelgehên Guhbel û Zorava jî balkêşan ser têkiliya tecrîd û fermanê û destnîşan kirin ku piştî parastin û rizgarkirina Şengalê, tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir bûye.

‘Ji ber Rêber Apo Şengalê parast, tecrîd girantir kirin’

Ciwanê bi navê Elî Xêrî da zanîn ku wan fikir û felsefeya Rêber Ocalan di dema fermanê de, bi hatina gerîla re nas kirine û wiha axivî: “Dixwestin civaka me tine bikin, lê me bi fikrê Rêber Apo xwe parast û ji ber vê zextê li ser Rêber Apo jî girantir kirin. Emê heya dawiyê li pey vê fikir û felsefeye bin û heya azadiyê emê li ber xwe bidin.”

ELî Xêrî bibîrxist ku piştî wan fikrê Rêbar Ocalan nas kirin û xwe li ser vî fikrî birêxistinkirin, êrîşên li ser Şengalê jî zêde bûn û ev nirxandin kir: “Dema DAIŞ li Şengalê bû çima balafirên dewleta Tirk li wan nedida? Ji ber ku dewleta Tirk jî hevkarê DAIŞ’ê bû. Me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, me Şengalê rizgar kir, DAIŞ xilas bû, piştî wê dewleta Tirk êrişî Şengalê kir. Zext û tecrîda li ser Serok Apo ji vê rastiyê ne qute.”

‘Heya dawî emê Êzîdxan û Rêber Apo biparêzin’

Dilsoz Şengalî jî behsa fermana 2014’an kir û bibîrxist ku Rêber Ocalan beriya fermanê jî dixwest gerîlayên azadiyê bigihîne Şengalê, lê ev ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin. Dilsoz Şengalî diyar kir ku civaka Êzidî ji ber tecrîda li ser Rêber Ocalan dilgiran e û wiha berdewam kir: “Me divê ev tecrîda were şikandin. Daxwaza me ji her Êzidiyek heye ku vê tecrîdê qebûl nekin. Wisa lê kirine ku kî însanê xwe biparêze, welatparêziyê bike dewlet şerê wî dike. Ji ber ku Êzidî xwe ji fermanê diparêzin, dijmin êriş dike, dixwazin hêzên me tine bikin. Lê emê heya dawî Êzîdxanê û fikrê Rêber Apo biparêzin.”

Jina ciwan a bi navê Munya Ibrahîm jî destnîşan kir ku piştî fermana giran a 2014’an kesî bawer nedikir ku civaka Êzidî careke din vegere ser cih û warê xwe û got: “Niha gelê me ji Başûrê Kurdistanê vedigere û em pê kêfxweş in. Heya dawiyê emê Serokê xwe biparêzin.”

‘Tecrîd û ferman bi hev ve girêdayî ne’

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Nemir Pûko jî bibîrxist ku di fermana 2014’an de gelek dost û hevalên ku civaka Êzidî pişta xwe bi wan germ dikirin, ew dinav destê dijmin de hiştin û li ser sedemên tecrîdê ev nirxandin kirin: “Yek ji sedemên ku niha zext û tecrîd li ser Serok Apo tê girankirin, ew e ku di dema fermanê de gerîla hatin, xwîna xwe di ber axa Êzîdxanê de dan. Tecrîda giran a li ser Serokatî bi vê rastiyê ve jî girêdayî ye.’’

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button