MXDŞ: Êrîş planên fermanên nû ne, Êzidî parastina xwe teslîmî tu kesî nakin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) destnîşan kir ku êrîşên dawî yên dewleta Tirk parçeyek plana fermanên nû yên li ser Şengalê ku hêzên herêmî û navnetewî jî têde cîh digirin e. MXDŞ’ê da zanîn ku fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ê şehîd bûye, wê bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin bikira, lê hikûmeta Kazimî heta niha helwestek nîşan nedaye. MXDŞ’ê her wiha bal kişand ku li pêş çavên cîhanê êrîşî nexweşxaneyê hatiye kirin, lê NY ya ku her roj behsa mafên mirovan dike, tiştek negotiye. MXDŞ’ê diyar kir careke din diyar bûye ku Êzidî nikarin parastin û rêveberiya xwe teslîmî tu kesî bikin û banga yekîtiyê û helwestê li tevahiya civaka Êzidî kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku duh (17 Tebax 2021) li dijî Nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Duh hatibû gotin ku balafiran 3 caran êrîşî nexweşxaneyê kiriye, lê di daxuyaniya MXDŞ’ê de hat gotin ku 4 caran êrîş pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev êrîş parçeyek plana fermanek nû ku ji bilî Tirkiyeyê hêzên herêmî û navnetewî jî di nav de ne ye.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev bi hefteyan e ku em wekî civaka Êzidî şîna şehîdên xwe digirin. Ji ber ku desthilatdarên cîhanê û dijminên Êzdayetiyê meha Tebaxê li me kirine meha fermanê. Meha 8’an ji bo me kirine meha reş. Destpêka mehê di salvegera fermana 2014’an de me şehîdên xwe yên fermanê bibîr anîn. Di 14-15’ê Tebaxê de me qurbaniyên komkujiya Til-Izêr, Sîba Şêx Xidir, Girzerik û Koço bibîr anîn. Her wiha 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta Mamê Êzidiyan, stûna Êzîdxanê Mam Zekî bû. Me ked û hewlên wî yên ji bo Êzîdxana azad bi minetdarî silav kirin.

 Şehîd Seîd Hesen wê bi Serokwezîr Kazimî re hevdîtin bikira

Lê ji ber ku dijminên Êzdayetiyê ev komkujî ji bo me têr nedîtin, êrîşên xwe berdewam kirin. Du roj beriya niha, 16’ê Tebaxê li sûka kevin a Şengalê êrîşeke bêbext a komploger li hemberî fermandarê me yê hêja û parêzvanê Şengalê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hat kirin. Êrîşeke nemerd, bêbext û bi dek û dolaban ve tijî. Wekî tê zanîn hevalê Seîd Hesen li gel ku fermandarekî hêja yê civaka Êzidî bû, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê gelek kar û barên giranbuha yên siyasî û diplomatîk dimeşandin. Beriya niha gelek caran bi şandeyên hikumeta Iraqê re rûniştiye û hewl daye Xweseriya Şengalê mîsoger bike. Du roj berê ango 16’ê Tebaxê jî Şehîd Seîd Hesen li ser navê Rêveberiya Xweser amadekariya hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dikir. Di rojeke bi vî rengî de ew û hevalên wî hatin armanckirin û şehîd ketin.

Êrîş li ber çavên Mustefa Kazimî pêk hatin

Ev êrîş li ber çavên Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat. Kazimî wek Serokwezîr ew roj li Şengalê bû. Lê derbarê vê êrîşê de ne Serokwezîr Kazimî ne jî hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Li şûna ku li hemberî dagirkeriya Tirk çend gotinan bike, Serokwezîr Kazimî li ser gorên komî yên Koçoyê got ku ewê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re xurt û berfirehtir bikin. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê xist rojevê û got ew dixwazin vê peymanê bixin meriyetê. Rojev, helwest û gotinên Serokwezîr Kazimî yên piştî êrîşa hovane ev bûn.

Hîn konê sersaxiyê yê hevalê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda li erdê bû û şîna wan dihat kirin, duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşeke hovane li Nexweşxaneya Sikêniyê kir. Beriya her tiştî em dixwazin vê tiştê bêjin; êrîşên du rojên dawî yên li ser Şengalê xelekek nû ya li ser fermanan e. Ev êrîşên rojane ji rêzê nînin. Em baş di wê ferqê de ne ku dijminên Êzdayetiyê bi van êrîşan dixwazin çi bikin û çi peyamê bidin me.

Li ber çavên hemû cîhanê êrîşî nexweşxaneyê kirin

Êrîşa Nexweşxaneya Sikêniyê ne êrîşeke ji rêzê ye. Wekî yek ji sûcên mirovahiyê ketiye nav rûpelên dîrokê. Ji ber ku li gorî yasayên navneteweyî jî, li gorî wijdan û exlaqê civakî jî, êrîşa li ser nexweşxaneyê sûc e, bê exlaqî û bêwîjdaniyeke mezin e. Li gorî yasayên şer jî nexweşxane nayên bombebarankirin, êrîş li ser nexweşxaneyan nayên kirin. Wekî di daxuyaniya YBŞ’ê de jî hatibû diyarkirin, ev nexweşxane di heman demê de di xizmeta civaka Êzidî û Ereb de bû. Dayik, zarok, keç û xortên civaka Şengalê di vê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin. Lê dewleta Tirk a dagirker li ber çavên hemû cîhanê ev nexweşxanê bi balefirên şer bombe kir. Li ber çavên hikumeta Iraqê, li ber çavên Neteweyên Yekbûyî, li ber çavên hemû dinyayê ev êrîş kir. Ne carekî jî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Piştî êrîşa yekemîn xelkê ku xwest xwe bigihîne birîndaran, carekî din hatin bombebarankirin. Xelkê canê xwe da ber xwe û wisa şehîd û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxistin. Di bombebaranê de nexweş, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, şervanên YBŞ’ê ku ewlehiya nexweşxaneyê dikirin, hemû hatin hedefkirin.

Ev hewldanên fermanên nû ne

Ev hemû êrîş hewldanên fermanên nû yên li ser Êzidiyan e. Tişta ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê de ye. Gelê me ji destpêkê ve ev peymane wekî peymana fermanê binav kiribû. Li hemberî vê peymanê berxwedaneke dîrokî pêş xistibû û di esas de ev peyman bêhikum kiribû. Di kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev peyman wekî fermaneke nû û komployekê hatibû pênasekirin.

Serokê PDK’ê li şûna rexnedayînê, gef kirin

Heya niha dixwestin bi zextên siyasî, bi dorpêçkirin û bi gefan vê peymanê bixin meriyetê. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Xuya ye dijminên Êzdayetiyê li hemberî vê sekin û helwestê, planeke nû di asta komployê de xistine meriyetê û biryara van êrîşan dane. Di salvegera fermanê de, di 3’ê Tebaxa îsal de Serokê PDK’ê Mesut Berzanî bi boneya salvegera fermanê peyamek belav kiribû û li şûna ku ji ber reva PDK’ê rexnedanê bide, gef li Şengalê kiribûn û gotibû ‘Şengal mîna niha namîne’. Yanî ewê rewşa Şengalê biguhere. Jixwe ev demek e PDK bi daxuyaniyên xwe Şengalê dike hedefa dewleta Tirk a dagirker. Heman roj rayedarên Amerîkî yên Iraqê, sefîrê Tirk ê Bexdayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî bi yekdengî Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê. Em dixwazin bêjin, rast e yê êrîş dike dewleta Tirk a dagirker û qirker e. Lê em baş dizanin ev êrîş di çarçoveya plansaziyeke herêmî û navdevletî de pêş dikevin.

Heta Iraq helwest nîşan nede, ew jî şirîkê êrîşan e

Me berê jî got em niha jî dibêjin. Em çiqas bedelên giran jî bidin, em rê nadin komploya 9’ê Cotmehê pêk were. Gotina me ya dawî ev e. Heya hikumeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gaveke navêje, helwest diyar neke Iraq jî şîrikê vê êrîşê ye. Jixwe ji Peymana 9’ê Cotmehê heya niha çi wext rayedarên hikumeta Iraqê hatine Şengalê, êrîşên dewleta Tirk çêbûne. Herî dawî di serdana Serokwezîr Kazimî de ev êrîşên dawî pêş ketin. Lê balkêşe, ne serokwezîr daxuyaniyek daye ne jî hikumeta Iraqê. Em dipirsin; çima hikumeta Iraqê bêdeng e? Di vê komployê de rola hikumeta Kazimî çî ye? Devleta Tirk çawa asîmanê Iraqê ji bo qetilkirina hemwelatsyên Êzidî bikar tîne? Heya niha parlamentoya Iraqê, partiyên siyasî yên Iraqê, derdorên olî tu daxuyanî derbarê van êrîşan de nedane. Ev bêdengî vê tiştê bi me dide fikirandin. Xuya ye di van êrîşan de hevparsya van hemû hêzan heye. Xuya ye Iraq, PDK, dewleta Tirk di bin çavdêrî û piştevaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de dixwazin bi van êrîşan Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê.

Em ji Neteweyên Yekbûyî dipirsin: Hun çima tiştek nabêjin

Em dixwazin bi taybet ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pirs bikin, ‘li ber çavên we êrîşî nexweşxaneyek hate kirin û komkujiyek pêk hat. Li gor hevpeymana we jî ev sûcê mirovahiyê ye. Nûnertiya we ya ku her roj derbarê Şengalê de daxuyanî li ser daxuyanî dide, çima ji bo vê êrîşê tiştek nabêje?’

Êzidî nikarin parastin û rêveberiya xwe teslîmî tu kesî bikin

Êrîşên dawî her çiqas bi destê dewleta Tirk tê kirin jî, berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê hikumeta Iraqê ye. Ji ber ku Şengal di bin serweriya Iraqê de dijî. Lê di van êrîşan de jî derket holê ku Iraq nikare civaka Êzidî û Şengalê biparêze. Wekî dayikek Êzidî pirs kiribû ‘Ka kerameta dewleta Iraqê.’ Car din îspat bû ku Êzidî, parastin û rêveberiya xwe nikare teslîmî tu hêzek bike. Ji bilî mîsogerkirina Şengala Xweser tu rê û rêbazên ku civaka Êzidî ji ferman û êrîşan biparêze nînin.

Em bang li hemû civaka Êzidî dikin

Li ser vî esasî em destpêke bang li hemû civaka Êzidî dikin. Xewn û xeyalên Mam Zekî û Şehîd Seîd Hesen e jî. Em tifaqa xwe bikin. Em li hemberî van êrîşan bibin yek dil. Em bi yekîtî û tifaqê rê li ber fermanên nû bigirin. Plan û komployeke nû li ser serê Êzidiyan digere. Em bi hev re vê plana bêbext xira bikin. Ya din em bang li wijdana mirovahiyê dikin. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser mirovahiyê ye. Divê li çar aliyên cîhanê mirovahî ji bo parastina Şengalê bikevin nav liv û tevgerê. Herî dawî em dibêjin ku hun çi komplo û planan bixin meriyetê jî, em çiqas bedelên giran bidin jî em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê. Bila soza me ji hemû gelê me re be, emê ji bo mîsogerkirina Şengala Xweser kar û xebatên xwe mezintir bikin. Emê tola hemû şehîdên xwe rakin. Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû civaka Êzidî dixwazin. Şehadeta keç û xortên Êzidî îrade û baweriya me xurttir kiriye. Ewê Şengal teslîm nebe, ewê Şengal li ber xwe bisekine û ewê Şengal azad bibe!”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button